Rizgarkirina Reqayê, plana komkujiyê ya DAÎŞ'ê dereng xist

Çeteyên DAÎŞ'ê ku ji ber derbên ji QSD'ê dixwe li ber tinebûnê ne, eşkere bû ku ji bo komkujiyan li welatên Ewropayê bikin zarok perwerde kirine. Tê gotin, plana ji bo komkujiyan bi saya rizgarkirina Reqayê 'dereng ketiye'.

Li gorî nûçeya rojnameya Le Monde ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên rêxistina îstîxbarata navxweyî (DGSI), çeteyekî bi navê Jonathan Geffroy ê hîn tê lêpirsîn, diyar kir ku DAÎŞ planan dike ji bo li welatên Ewropayê komkujiyan bike.

Jonathan Gefroy par li Sûriyeyê hate girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve radestî Fransayê hate kirin. Li gorî gotinên Geffroy, DAÎŞ'ê zarok û ciwan perwerde dikir ji bo li welatên Ewropayê di êrîşan de bi kar bîne. Geffroy da xuyakirin ku DAÎŞ'ê zarokên perwerde û bi rêxistin kir, plan dikir ku di ser herêmên hatine dagirkirin re derbasî Ewropayê bike.

Detayên ku Le Monde li gorî gotinên Jonathan Geffroy eşkere kir, tirsnak in. DAÎŞ'ê plan dikir ku zarokên Sûriyeyî yên li herêmên dagirkirî bi "Îdeolojiya DAÎŞ'ê mezin bûn" bişîne welatên Ewropayê û êrîşên xwekujiyê bi wan bide kirin. Her wiha ji bo zarok neyên naskirin, ew li herêmên di destê DAÎŞ'ê de bûn dihatin mezinkirin.

RIZGARKIRINA REQAYÊ PLANÊN KOMKUJIYÊ DERENG XIST

Hate ragihandin ku DAÎŞ'ê bi rêya zarokên ku ji bo êrîşê perwerde kirin, di serî de Fransa welatên Ewropayê dikiri hedefa xwe û ev planên komkujiyê jî ji aliyê hin çeteyên ji Fransayê çûn ve hatin amadekirin.

Rojnameya Le Monde ragihand ku çeteyê bi navê Jonathan Geffroy îdîa kiriye ku qonaxa operasyonî ya projeya komkujiyê sala 2017'an dema ew ji Sûriyeyê derket, dest pê kiriye. Rojnameyê destnîşan kir, piştî ku Reqa di Cotmeha 2017'an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate rizgarkirin, projeya barbarî ya DAÎŞ'ê dereng ketiye.

Di nûçeya Le Monde de nayê eşkerekirin bê plana komkujiyê ye çeteyan di kîjan astê de bi cih hatiye anîn.

Çeteyên DAÎŞ'ê di Mijdara 2015'an de li paytexta Fransa Parîsê û Saint-Denîsê komkujî kirin û zêdeyî 130 kes kuştin. Piştre li Belçîka, Îngilîstan û gelek welatên Ewropayê bi sedan kes kuştin. Duyemîn êrîşa herî giran jî Tîrmeha 2016'an li Fransayê hatibû kirin. Çeteyê DAÎŞ'ê 14'ê Tîrmehê bi qemyonê dabû nava qada pîrozbahiyê û 86 kes kuştibû, bi sedan kes jî birîndar kiribû.