Ristemalê qeçax ê Bînalî yê li derveyî Tirkiyeyê: 140 milyon Euro
Derkete holê ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di nav deh salan de ristemaleke bi bihayê 140 milyon Euroyî li hev civandiye.
Derkete holê ku Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim di nav deh salan de ristemaleke bi bihayê 140 milyon Euroyî li hev civandiye.
Toreke nûçegihanan a di nav Yekîtiya Nûçegihanên Lêkolînvan a Ewropayê (EIC) ristemalê veşartî yê Yildirim û malbata wî derxistite holê. Beriya niha jî têkildarî ristemalê Yildirim gelek tişt hatin nivîsin lê ristemalê wî bi vî rengî nehatibû eşkerekirin. Bi lêkolînên li herêmên Fîles ên Malta û Hollanda, mezinahiya ristemalê malbata Yildirim derkete holê. Li gorî vê malbata Yildirim tenê di nav 10 salan de bi rengekî bi guman 140 milyon Euro li hev civandiye. Di nav van de 11 keştî û li Hollanda jî 7 ‘ji xeynî menkûl’an hene.
Yildirim ji 24’ê Gulana 2016’an ve li Tirkiyê li ser karê Serokwezîrtiyê ye. Xebatên bazirganiyê yên Yildirim ji hêla raya giştî ve tê zanîn. Tê dîtin ku ristemalê veşartî yê li bihişta bacê bi kariyera wî ya siyasî re paralel zêde bûye.
GENDELIYA BI MALBATÎ
Heta niha ji 11 keştiyên Yildirim 3 jê nedihatin zanîn. Li gorî rojnameya înternetê ya alternatîf a Fransa Medîapartê ev keştî bi şîrketên paravan li Malta, Hollanda, Curaçao, li Giravên Marhall û Panamayê ne. Ji van keştiyan bi kêmanî du jê bi krediyên mezin ên bankayên Tirk hatine fînansekirin. Ji bankayan yek jê bi birek jê bi hîseyên dewletê li ser piyan e.
EIC’yê her wiha derxiste holê ku ristemalê bi nirxê 2,16 milyon Euro yê kur, keç, ap û gelek biraziyên Yildirim li Hollanda 7 ‘ji xeynî menkûl’an kirîne. Ev hemû jî bi pereyên pêşîn kirîne. Medîapartê diyar kir ku malbata Yildirim bi navbeynariya şîrketên Hollandî bi rengekî veşartî ji bo fînansmana projeya mizgefteke mezin a li Pendîkê 600 hezar Euro veguhaztine.