Rîska nexweşiyên şewbê heye
Rîska nexweşiyên şewbê heye
Rîska nexweşiyên şewbê heye
Bi hezaran kesên ji Kobanê hatin Pirsûsê bi hatina zivistanê re bi gelek nexweşiyan re rû bi rû man. Endamê Desteya Rêveber a Navendê (MYK) a SES'ê Fîkret Çalagan da zanîn ku divê pirsgirêkên binesaziyê yên konbajaran bên çareserkirin, tuwalet û serşo bên zêdekirin. Çalagan da zanîn ku ji bo xwedîkirina zarokan teqwiyeya xurekê şert e û bertek nîşanî mijara ku ji Kobaniyên li derveyî konên AFAD’ê mane ji sedî 20 para alîkariyê bê girtin da û got ku li ku derê dimîne bila bimîne divê ji wan par neyê girtin.
Li cihên komî yên Kobanê lê dijîn ji bo 25 kesan tuwaletek dikeve û hê li konbajaran bi qasî tê xwestin tuwalet û serşoyên tune ne. Vê yekê jî bi xwe re nexweşî zêde kirin.
Endamê MYK a SES'ê Fîkret Çalagan ku ji bo xizmeta tenduristiyê bide Kobaniyan hat Pirsûsê, der barê tedbîrên lezgîn ên divê bên girtin û tespîtan de ji ajansa me re axivî.
TUWALET Û SERŞO KÊM IN
Çalagan destnîşan kir ku pirsgirêkên sereke kêmasiya serşo û tuwaletan e û got: “Li cihên komî ji bo 25 kesî divê tuwaletek hebe. Ger kêmasiya serşo û tuwaletê hebe ev bi xwe re nexweşiyan tîne. Li Konbajarên Rojavayiyan elektrîk tune û pisgirêka sermayê heye. Ji bo vê divê demildest pisgirêka hemû konbajaran bê çareserkirin. Her wiha nebûna ava germ pirsgirêkek mezin e. Ji ber vê nexweşiyên çerm rû dane.
JI BO ZAROKAN XUREK
Çalagan wiha pêde çû: “Bi taybet ji bo zarokan divê şîr, mast û hêk hebin. Li konbajaran bi rêk û pêk xurek tê belavkirin, lê divê ji bo zarokan jî xurekên pêwîst bên teqwiyekirin.
PIRSGIRÊKA BINESAZIYÊ
Li konbajaran nebûna çilşoyan bandorek neyînî li tenduristiyê dike. Her wiha divê avên vexwarinê bên klorkirin. Ji ber ku binesazî tune di konana de pirsgirêk girantir dibin. Ji vir şûnde ji bo konên tên avakirin divê binesazî bê avakirin."