Rêziknameya nû ya li ser girtîgehan
Bi Biryarnameya Serokkomariyê rêziknameya nû ya li ser girtîgehan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Bi Biryarnameya Serokkomariyê rêziknameya nû ya li ser girtîgehan di Rojnameya Fermî de hate weşandin.
Bi biryara Serokkomar a bi nimreya 2324 rêziknameya di sala 2006’an de hate rakirin û li şûna wê rêziknameyeke din hate bicihkirin.
Pêşnûmeya ku ji aliyê AKP’ê ve hate amadekirin û di raya giştî de wekî ‘efû’ dihate zanîn, hefteya borî pêşkêşî partiyên siyasî hatibû kirin.
EV RÊZIKNAME LI DIJÎ GIRTÎYAN E
Hate diyarkirin ku ev biryarname ji bo AKP û MHP’yiyan hatiye amadekirin û gelek qedexe tê de hene. Hiqûqnasan diyar kirin ku wê ev biryarname polîtîkaya cezanedayînê zêde bike.
Di biryarnameyê de Kurdî tune hate hesibandin û hate diyarkirin ku wê girtiyên siyasî nikaribin sûdê ji gelek sererastkirinên nû werbigire.
Hate diyarkirin dibe ku dest daynin ser belgeyên parêzeran û li girtîgehan pêkanînên kêfî zêde bibe.