Rêze derewên Erdogan ên ji bo Amedê

Erdogan di 1'ê Hezîrana 2011'an de dema sozên xwe yên ji bo hilbijartina 12'ê Hezîrana 2011'an bi dirûşma 'Tirkiye Amade ye Armanc 2023' aşkera dike, bi Stenbol û Îzmîrê re projeyên xwe yên ji bo Amedê jî dixe rêze.

Cih Navenda Kongreyê ya Halîç a Stenbolê, dem 1'ê Hezîranê 2011. Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan ku niha Serokkomar e, dema sozên xwe yên hilbijartinê ji bo hilbijartina 12'ê Hezîrana 2011'an bi dirûşma 'Tirkiye Amade ye Armanc 2023' aşkera dike, bi Stenbol û Îzmîrê re projeyên xwe yên ji bo Amedê jî dixe rêze.

Gava projeyên ji bo Amedê aşkera dike jî helbesta Ahmed Arîf a li ser Amedê bi dengê dawidî dixwîne. Hemû qenalên televîzyonê bi awayekî zindî diweşîne.

Di nava projeyên Erdogan ji bo Amedê pêşkêş dike de, ya nîne nîne. Projeya geliyê Dîcleyê, stadyûma nû, balafirgeha nû ya sivîl, sererastkirina bedenên şikestî, bi  sererastkirina 500 malên dîrokî yên li nava bedenên Amedê re pêşîvekirina li tûrîzmê, çêkirina stadyûma ji 30 hezar kesî, li navçeya Peyasê çêkirina nexweşxaneya pisporî, li navçeya Yenîşehîrê çêkirina nexweşxaneya ji 200 doşekî...

Erdogan dema van sozên xwe bi rêz dike, destnîşan dike ku ev proje wê di nava 4 salan de bicih werin anîn.

MÎNA DEMÊN WERÊ WÊ ÇÛN Û HATINA NAVA BEDENAN JI DU DERIYAN BE!

Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokwezîrê wê demê Erdogan bi rêya anîmasyonê sozên xwe pêşkêş dike: "Ji bo Amedê projeya me ya destpêkê, projeya nûkirina nava bedenên Amedê ye. Bedenên dîrokî yên Amedê ku 5 kîlometre dirêj e, ji du cihan ve hilweşiya ne. Wê ev her du cih werin lêkirin-sererastkirin, Mîna demên berê wê îro jî ji wan deriyan çûn û hatina nava bedenan çêbibe. Em ê 500 avahiyên mîmariya sivîl ên li nava bedenan, li gorî cewhera wê, ji nû ve ava bikin. Em nava bedenan, bêyî kesî mexdûr bikin, bêyî mafê kesî binpê bikin, ji dîmenên nexweş rizgar dikin."

Erdogan bi projeyên xwe re dibêje 'Em ê rûyê Amedê biguherînin'.

Dibêje ku projeyên ji bo Amedê amade kirine, wê Amedê bigihîne girîngiya xwe ya dîrokî, Amed a bi dîrok, çand, şaristanû û daneheviya xwe re yek ji girîngtirîn bajarên cîhanê ye, wê bi van projeya re bibe xwedî rûyekî nû û bikeve pêvajoyeke nû.

Erdogan tîne ziman ku piştî temambûna van projeyan ku wê qadên kar jî bi xwe re bîne, ew ê Amedê bikin destînasyoneke tûrîzmê ya navneteweyî.

PROJEYA DUYEMÎN, PROJEYA BALAFIRGEHA SIVÎL!

Erdogan, çend roj beriya hilbijartinên Hezîran 2011'an da xuyakirin ku projeya wî ya duyemîn a ji bo Amedê amade kiriye Projeya Balafirgeha Sivîl e û dibêje, "Em balafirgehên Leşkerî û Sivîl ji hev vediqetînin. Bi avahiyeke nû û nûjen a termînal re, em ê balafirgeheke sivîl a li Amedê tê, ava bikin."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê dibêje, "Projeya Geliyê Dîcleyê, projeyeke me ya din a ji bo Amedê ye" û wiha diaxive: "Li Amed a ku tevî Çemê Dîcleyê qadên şênkahî kêm in, em qadeke nû ya jiyanê ya bi ahengiya şênkahî û mîmariyê diafirînin. Ev navenda jiyanê ya ku em ê li qiraxa Çemê Dîcleyê ava bikin, wê bibe qadeke cuda ya jiyana rojane, bazirganî, perwerde, spor û hevgirtinê. Di avahiyan de wê kevirê bazalt ê Amedê werin bikaranîn. Avahiyê ku wê bi yek û du qatî werin çêkirin, wê li gorî avhewaya Amedê be. Em berwaran jî week qadên pîknîkê dibînin. Bi meşê û bîsîkletê xwegihandina van qadan wê pêkan be."

KALÎTEYA JIYANÊ WÊ ZÊDE BIBE!

Erdogan tîne ziman ku bi vê projeyê de kalîteya jiyanê ya mirovên li Amedê wê zêde bibe û ew ê qadeke niyanê ya ewle, aram û modern ava bike. Erdogan diyar dike ku heta roja îro ji bo Dîcleyê gelek proje hatine çêkirin, lê belê ti ji wan bicih nehatine anîn û dibêje; "Em ê bi lez û bez dest bi vê projeyê bikin, temam bikin û rêbaz û rewşeke cuda bidin Amedê."

Edogan ê ku qîma xwe bi vê neanî, ragihand ku ew ê li rêya bejahî ya Enqere-Nîgde û Riha-Xabûrê Amedê jî zêde bike û bi vî rengî Amedê hem bi Xabûrê hem jî bi Riha, Dîlok, Edene, Mersîn, Nîgde, Enqere, Bolû, Duzce, Stenbol û Edîrneyê yekser girê bidin, bi avakirina rêya Amed-Erzîrom-Trabzonê re Derya Reş di ser Amedê re bi Derya Spî, ji wir jî bi Rojhilat Navîn ve girê bidin.

DU NEXWEŞXANEYÊN GIŞTÎ, 2 NAVENDÊN PISPOR ÊN TENDURISTIYÊ

Di civîna propaganda hilbijartinê de Erdogan tîne ziman ku wê 2 nexweşxaneyên bajêr ji Amedê re ava bike û di 1'ê Hezîrana 2011'an de wiha dibêje: "Nexweşxaneya Bajêr a Peyasê, wê ji nexweşxaneyeke giştî u 7 nexweşxaneyên pispor pêk bê. Nexweşxaneya giştî niha ji 500 doşekan e. Em li vê 7 navendên pispor zêde kirin. Bi giştî hejmara doşekan derdixînin 1630. Li vê nexweşxaneya bajêr wê 120 doşekên servîsa lezgîn, 30 emeliyatxane, navenda veguhastina mejiyê hestî û navenda veguhastina organ hebe. Ji Desteya Plansaziya Bilind destûra vê projeyê hat wergirtin, derket îlana îhaleyê, pêvajoy dewam dike. Nexweşxaneya duyemîn jî wê li Yenîşehîrê were çêkirin. Nexweşxaneyeke giştî ya ji 200 doşekî û nexweşxaneyeke ji bo jin û zarokan a ji 400 doşekî wê di nava vê nexweşxaneya duyemîn de be. Ji bo nexweşxaneya ji 600 doşekî xebatên peydakirina erd dewam dike."

STADYÛMEKE NÛ YA LI DIYARBAKIRSPORÊ TÊ!

Erdogan destnîşan dike ku projeyeke din a wan stadyûmeke ji 30 hezar kesî ye û bêyî bêhnê vede wiha dibêje: "Di dema herî nêz de xebatên ji bo çêkirina stadeke nûjen a ji 30 hezar kesî ya li Amedê, li Diyarbakirsporê tê, wê destpê bikin û em ê bi vê stadyûmê pêşkêşî ciwanên xwe bikin. Ev proje wê bandoreke girîng li peydabûna derfetên kar ên li Amedê bike. Bi vê yekê re di dema avakirinê de wê deh hezaran kes derfetên kar bibînin û piştî bidawîbûna projeyê wê di bazirganî û tûrîzmê de Amed bikeve nava demeke nû."

Erdogan ragihand ku ew ê Projeya Geliyê Dîcleyê bixin meriyetê û bi vê yekê re qadên nû yên jiyanê bi ahengiya şênkahî û mîmariyê li Amedê biafirînin.

'QAŞO TEROR ASTENGIYAN DERDIXÎNE'

Erdogan gava van projeyên xwe pêşkêş dike, ji bîr nake û vê jî dibêje:

"Rêxistina terorê û BDP a pişta xwe dispêre wê, ji bo razemenî li herêmê neyê kirin, dibistan, nexweşxane neyên herêmê, rê neyên çêkirin di nava hewldaneke mezin de ne. Tevî van astengiyan jî em ê, bêyî hejandina hevsengiya demokrasî-ewlekariyê, bi sebir ûb irdariyê, em ê razemeniyan li herêmê bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li herêmê hewldanên xwe yên ji dil dewam bikin. Ji ber ku em ji hemû mirovan hez dikin. Bêyî cihêkariyê bikin em hez dikin. Li axa welat a ji 780 hezar metreçarçikê, wê cihêkarî nebe"
 
YÊN SOZA WAN HATIN DAYÎN Û RASTÎ

Projeyên hiblijartinê yên Erdogan ji bo Stenbol, Îzmîr û Amedê pêşkêş kir, ji aliyê hemû qenalên televîzyonê ve bi awayekî zindî hatin dayîn. Piştî rojekê jî medya alîgir, medya Fethûllah Gulen jî di nav de (Operasyonên 7-25'ê Kanûnê hingî nebûbûn), serê Erdogan gihandin ezmanan, bi taybetî bal kişandin projeyên ji bo Amedê.

Hin ji nivîskaran bêhtir zêdegavî kirin û di nivîsên xwe de gotin "Amedî; hûn ji kêfa hûn bûne çar goşe, kêf kêfa we ye."

Halbûkî ti ji 6 projeyên Erdogan di nava 4 salên bihurî de bicih nehat.

Projeya destpêkê ya Erdogan 'Projeya Nûkirina nava bedenên Amedê' bû. Di çarçoveya vê projeyê de sûrên hilweşiyayî yên li Meydan Deriyê Çiyê û Deriyê Mêrdînê bihatina lêkirin û mîna 70-80 sal berê wê êdî ji van deriyan çûn û hatina nava bedenan bihata kirin.

Beden hînê li erdê ne. Yek ji kevirê bedenê hilweşiyayî, nehatiye çêkirin. Her wiha soz hatibû dayîn ku 500 avahiyên dîrokî werin sererastkirin û ji bo tûrîzmê werin bikaranîn. Lê belê ne 500 avahî, 5 avahiyên dîrokî jî nehatin çêkirin-sererastkirin.

Her wiha avahiyên TOKÎ li semtên Lalebey, Alîpaşa û Deriyê Qesrê hilweşandin, hînê li şûna xwe ne. 

Projeyeke din a Erdogan ji bo Amedê 'Projeya Balafirgeha Sivîl' bû. Li gorî îdîayê, li derveyî balafirgeha ku hînê di bin kontrola leşkeriyê de ye, wê balafirgeheke din bihata avakirin.

Di nava dema bihurî de li balafirgehê karek hat kirin. Lê belê ev kar ne karê ji bo balafirgeheke nû bû. Tenê înşaeta avahiya termînalê bû.

Projeya Farqînê ku di nava projeyên din ên Erdogan de cih girt, projeyeke ku beriya avabûna AKP'ê ket meriyêt û hînê çêkirina wê dewam dike.

Ji bo nexweşxaneya bajêr a Peyasê û nexweşxaneya Yenîşehîrê ya ji 7 navendên pisporî, ti kar û hewldan nehatine kirin.

Ji bo projeya stadyûma bajêr a ku dihat plankirin di nava 4 salan de bê qedandin proje heye, lê belê heta niha ti xebatek di vî warî de nehatiye destpêkirin.

Projeya herî bi îdîa ya Erdogan jî 'Projeya Geliyê Dîcleyê' bû ku bi vê yekê re wê qadeke nû ya jiyanê, bibûya navenda jiyana rojane, bazirganî, perwerde û sporê bû.

Lê bicihanîna vê projeyê li aliyekî, derket holê ku AKP amadekariya projeya 3 Santralên Hîdroelektrîk ên li ser Çemê Dîcleyê dike. Li ser dijderketina rêxistinên hawirdorê du ji van projeyan hatin sekinandin, yek jî hînê îtiraz lê tê kirin.

...