Rêzan Cawîd: DAIŞ ji bo kûrkirina krîza Rojhilata Navîn hatiye avakirin

Rêzan Cawîd: DAIŞ ji bo kûrkirina krîza Rojhilata Navîn hatiye avakirin

Hevserokê KODAR’ê  Rêzan Cawîd têkildarî rêxistina dijmine mirovatiyê DAIŞ diyar kir pêngava li hember Kobanê dane destpêkirin pêngaveke dewleta Tirk a tolhilgirtinê ya  ji gelê Kurd yê azadîxwaz e û têkildarî rêxistina dijminê mirovatiyê DAIŞ got, “Rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi armanca kûrkirina krîza Rojhilata Navîn hatiye damezrandin.”

Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd sedema ku DAIŞ berê xwe daye Kurdistanê, çalakiyên xwedîderketina li berxwedana Kobanî ku li tevayî Kurdistan, derveyî welat û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê pêş ketin ji ANF’ê re nirxand û bangên girîng li gelê Kurd.

Cawîd têkildarî serhildanên xwedîderketina li Kobanê wiha axivî: “Xwedîderketina gelê Kurd li berxwedana Kobanî bû sedem ku ev siyaseta qirêj û tijî dek û dolab li van hêzan bizivire. Ji ber vê siyaseta qirêj,îro Tirkiye rû bi rû ye qeyraneke pir mezin e. Xwepêşandan û serhildana li Bakurê Kurdistanê û di yek şevî de rabûna ser piyan a gelê Kurd li her beşeke Kurdistanê û derveyî welat hêza Kurd nîşanî her kesî da.”

Beşa yekemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Komelgey Demokratîk û Azad a Rojhilat (KODAR) Rêzan Cawîd re wiha ye:

‘NEÇAR MAN BI RÊBERÊ GELÊ KURD RE DEST BI DIYALOGÊ BIKIN’

Tirkiye çima pêvajoya çareseriya demokratîk a Kurd da destpêkirin?

Tirkiye nekarî pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê asteng bike. Tevgera Azadîxwaziya Kurd a Bakurê Kurdistanê û tekoşîna parastinê ya li Bakur bi rê ve çû derbeyên kujer li dewleta Tirk da. Neçar man ku bi Rêberê Gelê Kurd re dest bi diyalogê bikin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û deskeftiyên wê bû piştevaniyeke esasî ji bo çareseriya demokratîk a Kurd a li Bakurê Kurdistanê. Bi lîteratora dewleta Tirk hêdî hêdî sînorên Mîsaqî-Millî diket destê gelê Kurd. Dewleta Tirk bi ti awayî nikare pêşî li van pêşketinan bigire.

Yek jî cihên ku dikevin xeta Mîsaqî-Millî Mûsil, Şengal, Mexmûr heta Kerkûk û Qesrî Şîrîn e. Ti meşrûiyeteke nînbû ku dewleta Tirk rasterast destwerdan li vê xeta jêre dibêjin Mîsaqî-Milî bikin. Ji lewma bi rêya piştevanîkirina ji rêxistineke weke DAIŞ’ê re êrîş kir. Komplo li Mûsilê destpê kir ku bi awayekî aşkera dewleta Tirk endamên balyozxaneya xwe ya Mûsilê DAIŞ’ê kirin. Jixwe her kes dibêje çawa bû ku DAIŞ berê xwe da Şengalê. Plan wiha bû DAIŞ di serî de Mûsilê bigire, paşê Şengal, Kerkûk, Mexmûr û bi awayekî hemwext êrîşî Xaneqîn û Celewla jî kir. Ev xet bû meydana şer. Hedef kirin ku bi radestkirina endamên balyozxanê re hinek kes ji wan werin kuştin û dewleta Tirk jî bi bahaneya rizgarkirina dîplomatên xwe Mûsilê dagir bike bû. Lê, ev plangeriya wan li rastê astengiya mezin a berxwedanvanên Kurd hat û ev proje neçû serî. Li Mûsil têkşkest, li Rebîa şkesteke mezin xwarin, li Mexmûrê têkçûn, nekarin êrîşê Kerkûkê bikin. Li Xaneqîn û Celawla jî li rastê berxwedana hêzên mûxalif hatin.

‘DEWLETA TIRK Û DAIŞ YEK IN’

Çima Niha Kobanî?

Pêngava li hember Kobanî dane destpêkirin pêngaveke dewleta Tirk a tolhilgirtinê ya ji gelê Kurd yê azadîxwaz e. Ji ber Kurdên azadîxwaz nehiştin projeyên xwe yên ji Mûsilê bigire heya Qesrî Şîrîn pêk bîne û têkşikand. Hedef ew e ku Kobanî bi temamî têk bibin û komkujiyeke mezin pêk bînin. Ji ber dawî li li lîstika balyozxaneyê hat û ti encam jê dernexist. Lê, xwestin dîsa jî xwestin li ser vê bilîzin û bi bahane ku ew dîplomatên wan serbest berdewan ji lewma ew jî serbazên wan berdan. Heya deqîqeya dawî jî lîst û hîna jî hewl dide bilîze.

Bêhed û hesap cebilxane û alîkariya lojîstîkî, tendûristî da bi DAIŞ’ê. Armanc ew bû ku di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de herêmeke tampon ava bikin û ew herêm bikin meydana şer. Hebûna DAIŞ’ê ya ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistan jî bikin sedema destwerdan li Rojava.

Çima Tevgera Kurd li dijî herêmeke tampon a di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye?

Herêma tampon ji ber mintiqeyek diyar dikin ku bi temamî ji xelkê medenî were paqijkirin û bi temamî bibe mintiqeyeke şer ku ji derveyî artêşa Tirk hîç hêzek di têde nemîne. Ev jî tê wê wateyê ku ev herêma tampon bibe alîkar ku rasterast alîkariyê bi DAIŞ’ê bide û hezar û yek dek û dolaban li wir rêkbixin. Ji lewma Serokkomarê Tirk, Serokwezîr û fermandarê giştiyê artêşê li hev civîn û rêk û rêbazên nû yên destwerdanê nîqaşkirin. Ev jî ew bû ku çend topan bavêjin ser gundên sînor yên Bakur da ku mafê destwerdanê ji wan re bizêû herêma tampon ava bikin. Ev herêma tampon projeya hevbeş a dewleta Tirk û DAIŞ’ê ye. Ev jî bihevkariya Qatar dikin.

‘AKP NE DOSTÊ KURDAN E’

‘Di Kurdistanê de jî hespê wan yê Trûva heye’

Mixabin û bi xemgînî tînim ziman ku Cîgirê Serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî radibe şahidiyê ji AKP’ê re dike û dibêje ku bi ti awayî AKP, alîkarî nade DAIŞ’ê û dostê me ye. Rast e! Dostê we ye ango dostê PDK’ê ye lê, ne dostê Kurd e. Di vir de ferqeke mezin heye. AKP êrîşeke kujer bi rêya DAIŞ’ê dibe ser gelê Kurd, komkujiyên mezin çêdike, bi hezaran însanên me ji cih û warên wan kir dike lê, tuyê tevî van tiştan tev rabî şahidiya dewleta dijminê Kurdan bikî. Enfala Başûr çibe Şengal jî her ew e. Lê, ew axaftinên Nêçîrvan Barzanî rast nîne. Rast e AKP û PDK dostê hevin lê, AKP û DAIŞ yek in. Divê gelê me bizane ku PDK şahidiya kî dike. Dibêjî qey Tirkiye nikare xwe biparêze, şahidiya wî ji birêz Nêçîrvan Barzanî re maye. Ya rastî şahidiya wî şahidiya rovî ye.

Dixwazin ev alîkariya dewleta Tirk a ji DAIŞ’ê re veşêrin û li gorî wê jî raya giştî ya Kurd bixapînin. Hinek kanalên wan ên di rêzên DAIŞ’ê de cih digirin hene weke mînaka vê ya herî berbiçav jî kanala Rûdawê ye. Endamên artêşa Tirk di nava DAIŞ’ê de hatine dîtin, eksên wan yên belavbûne hene û ketine dest hene. Ragihandinên nêzê wan hîna jî hewl didin vê rastiya ku bi dehan caran hatiye selmandin vêşerin. Vêya ji kî vedişêrin gelo? Ev xiyanete li wijdan, xiyanete li Rojnamevanî. Ma kanala BBC bixwe dîmen ne weşand ku kamyonên Tirkiye yên tijî cebilxane derbasî rojava bûn. Ev rastiyeke ewqas e aşkera ye eger li holê hebe û tevî vê yekê parastina dewleta Tirk tê çi wateyê.

Projeya DAIŞ û Tirkiyê ya ji bo Kurdan yeke. Yê wan biparêzin û şahidiya wan bikin jî wek wan in, ji derveyî vê tişteke din nîne. Divê her kes sînorên xwe diyar bike. Divê li Kurdistanê ref diyar bibin ka kî dostayetiyê li gel kê dike û xeta xwe çi ye. Bila kes hewl nede serê gelê Kurd tevlihev bike. Ya li Şengalê jî li Kobanî jî rû dide komplo ye. AKP bi taybet li ser vê projeyê kar dike da ku pêvajoya çareseriya demokratîk û hêza berxwedêr a Kurdê azadîxwaz  têk bibe. Lê Gelê Kurd bersiveke zehf xweş da siyaseta AKP’ê.

‘WÊ DAWıYA DAWÎ EV SıYASETA DıJÎ KURD A VAN HÊZAN Lı WAN BIZIVIRE’

Divê li Kurdistanê hesab ji AKP û yên şahidiya AKP’ê dikin were xwestin. Divê em weke Kurd ew karesata li Şengalê ya li ser jin, zarok, kal û tevahî gelê me yê Êzidî de hat, heta hebin ji bîr nekin. Hinek hêz radibin û di ragihandinan de dibêjin DAIŞ terorîst e û vêya jî weke marîfetekê didin nîşandan. Bi dîtina min ev jî beşeke ji komplo ye. Di aliyekî de alîkariyê û piştevaniyê dikin, paşê jî dibêjin DAIŞ rêxistineke terorîst e.

Gelek dewletên cîhanî biryareke hevbeş girtin ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞ’ê pêngaveke eskerî pêş bixin. Biryarbû ku Tirkiye jî beşdarî vêya bibe. Lê, nabe ma, wê Tirkiye çawa li dijî xwe şer bike! Bi rêya ew hevoka R.T  Erdoğan a dibêje ‘PKK û DAIŞ yek in, PYD û DAIŞ yek in’ re xwestin vê peyamê bidin welatên cîhanê; ‘Eger êrîşî DAIŞ’ê bikin bila di heman demî de êrîşî PKK jî bikin û werin em bi hev re li her duyan jî bidin’. Peyama esasî ev e. Wexta digotin serkeftina Kobanî nêzîke ya rastî mebesta xwe ew bû ku serkeftina DAIŞ’ê ser Kobanî nêzîk e. AKP dixwest vê weke cejn binav bike.

‘CEJNA QURBANÊ Jİ BO WAN BÛ ŞÎN’

Bereya piştevaniya DAIŞ’ê dike, serkeftin bi dest xist?

Gelê Kurd, bi şanazî cejna qurbanê pîroz kir. Cejna qurbanê ne ji bo gelê Kurd ji bo DAIŞ û hevkarên wê bû şîn, û binketin. Kê cejna qurbanê pîroz kir diyar bû. Tevî hemû êrîşan jî Kobanî cejna xwe jî pîroz kir û serkeftina berxwedana xwe ji her kesî re ragihand. Ev peyamek bû ji Tirkiyê re û ji yên bi şeklên cuda piştevaniyê ji DAIŞ’ê re dikin.

Bi dîtina we çi bû sedem ku tevî hemû bêderfetiyan Kobanî neket?

Xwed derketina gelê Kurd li berxwedana Kobanî bû sedem ku ev siyaseta qirêj û tijî dek û dolab li van hêzan bizivire. Ji ber vê siyaseta qirêj, îro Tirkiye rûbirûyê qeyraneke pir mezin e. Xwepêşandan û serhildanên li Bakurê Kurdistanê û di yek şevê de rabûna ser piyan a gelê Kurd ya li her beşeke Kurdistanê û derveyî welat hêza Kurd nîşanî her kesî da. Li tevahî welatên Ewrûpa û bi giştî li welatên derve ku gelê Kurd  rêzeçalakî dan destpêkirin di tevahî dîroka Rojhilata Navîn de tenê di dema dîlgirtina Rêber Apo de pêk hatibû û ev car a duyemîn e çêdibe. Em bihêlin Kobanî bişike, hema hema tevahî Kurdistan û li her şûneke Kurd lê dijîn meydana şer li dijî dagirkeran û neyarên gelê Kurd. Gelê Kurd pêngaveke cidî ber bi azadiya xwe ve avêt. Gelê Kurd hemû li derdora Kobanî kom bûye. Gotin her cihek Kobanî ye. Ewrupa kirin Kobanê, Bakurê Kurdistanê kirin Kobanê, Başûr kirin Kobanê, Rojhilatê Kurdistan bajar bi bajar bû Kobanî. Ev rêzeçalakiyên zehf pîroz bûn û ku ne hiştin Kobanê bikeve.

Hûn çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê ya bi dirûşma ‘Her der Kobanî her der berxwedan çawa dibînin?

Çalakiyên gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê zehf bihêz bû û divê zehf zehf bihêztir jî bibe. Ew çalakiyên li Tehran, Tebrîz, Sine, Mahabad, Bokan, Merîwan, Kirmaşan, Ciwanro, Urmiye, Pawa  li gelek bajarên din yên Kurdistanê, pêşengiya hunermendên Kurd û Îranî ji bo xwedîderketina li Kobanî bi taybet ew çalakiyên li Tehran rûdan bi pêşengiya birêz Şehram Nazirî, Ezxerî Ferhadî û Nesrînê Sitûde silav dikin û teqdîr dikin. Ji vêya şûnde jî divê çalakî û xwepêşandanên gel bi vê şêwazê bibin. ‘Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bajar bi bajar dirûşma ‘Bijî Berxwedana YPG’e’ qîriyan.

Ruhê berxwedana Kobanê, ruhê gerîlayên Kurd di nava her Kurdekî de bicih bûye. Ev berxwedana topyekûn plangeriya van hêzên rasterast û yan jî ne rasterast palpiştiyê ji DAIŞ’ê re dikin pûç kir. Hêvîdar in ku ji vêya xirabtir jî bi serê wan de were û jixwe hatiye jî. Gelê Kurd çalakiyên sivîl li dar xist hate dîtin ku komkujiyê li ser çalakiyên sivîl jî pêk tînin. Li Bakurê Kurdistanê zêdetirî 30 kes şehîd ketin. Li Rojhilatê Kurdistan Komara Îslamî ya Îranê girtin daye destpêkirin. Min got niha ref diyar dibin, kî li gel DAIŞ’in. Êdî gelê Kurd li her beşeke Kurdistanê di nava berxwedanê de ye û di nava yekîtiyê de ye. Niha her takeke Rojhilatê Kurdistanê bi dil û mejiyê xwe hîs dike ku ka ciwaneke Kurd li Kobanî, di sengerê berxwedanê de çawa li berxwe dide û giyanê xwe ji bo gelê xwe dike sîper. Gelê me yê Rojhilat hem di dema Şengalê de hem jî di vê dema dawiyê de bi çalakî û kampanyayên xwe  yên alîkariyê piştgiriya xwe ya herî xurt  a ji bo Şengal û Kobanî diyar kirin. Her çiqas dewleta Îranê xwast van alîkariyan  bike malê xwe jî, ev ji rastiyê dûr e û ti pêwendiyeke dewletê bi van alîkariyan re nebû. Ev yê wan zarok û dayikên Rojhilatê Kurdistanê ye ku bi hawara gelê Rojavayê Kurdistanê ve diçin. Ev jêdera xwe ji hestên kûr yên welatparêzî, hezkirin û hestyariya gelê Rojhilatê Kurdistanê digire. Me yekrêzî û yekdengî di navbera gelê Kurd de dît. Çalakiyên girseyî û zincîrewar bi hemû lezgîniya xwe mezin dibin. Divê heta gihiştina bi şoreşa azadiya Kurdistanê ev ne rawestin.

‘DIVÊ HUNERMEND HELWESTA  ŞEHRAM NAIRÎ, EZXERÎ FERHADÎ JI XWE RE MÎNAK BIGIRIN’

Hunermendên Kurd divê weke wan hunermendan pêşengiyê bikin. Heta divê hemû hunermend û rewşenbîrên Îranî bikevin nava liv û tevgerê. Hunermendek, rewşenbîrek bi êş û azarên gelê xwe nehise, dilê wan neşewite û xwe li cem gelê xwe nebîne em nikarin navê hunermend lêbikin. Divê hunermendê rasteqîne bi êşa gelê xwe  re bijî. Divê bibin dengê azadîxwazî, nerazîbûnên demokratîk û êş û azarên gelê xwe. Bang li hemû rewşenbîr û hunermendên Îranî û Rojhilatê Kurdistane dikim ku bibin dengê raperîn û daxwazên azadiya gelan. Heya henaseya dawî di vê ji bo vêya kar bikin. Me got helwesta Şehram Nazerî, Ezxerî Ferhadî û Nesrînê Stûde pir pîroz e. Eger hunermend û rewşenbîrên Kurd û Îranî pêşengiyê ji gel re bikin wê qîmet û rêzdariyeke mezin a gel,  ji wan re hebe. Eger hunermend berevajiyê berjewendiyên gelê xwe tevbigere û bi hawara gelê xwe ve neçe nikare bibe hunermend û pêşengiyê bike.  Her wiha wê wateyeke stran, wêne, helbest, şano û filmên wan nemîne û nikaribin serçawe ji xwe re peyda bikin. Civaka Rojhilatê Kurdistanê wê rêz nede ti berhemeke ji êş û kêfxweşiyên gel qut. Civaka Kurd rêz dide wî ku pêşengiyê jêre bike. Divê gavên hîn cidîtir berbi azadiyê ve werin avêtin.

‘DIVÊ CIWANÊN KURD BI HEMÛ HÊZA XWE BÊN BEŞDARÎ NAVA REFÊN TEKOŞÎNÊ BIBIN’

 Azadî nêzîke. Divê ciwanên Kurd rûniştina li malê ji xwe re weke xiyanetê bibînin. Divê rabe têbikoşe, bêdengiyê hêjayî xwe nebîne. Ciwanên Kurd hêjayî jiyaneke herî xweş û bedew in. Ji bo jiyaneke herî baş, jiyaneke herî serkeftî û jiyaneke azadan e divê ciwanên Kurd rabin û di nava refên têkoşînê de pêşengiyê bikin. Divê jin, dayik, her beşeke civakî û kesên oldar têkoşîneke bêhempa bidin. Divê tevahî civaka me bêje ‘roj roja têkoşînê ye’. Ev wê bersiva herî watedar a ji bo şehîdan be.

‘HER KÎ ÇALAKIYÊN LI DIJÎ DAIŞ’Ê ASTENG BIKIN Û BIŞEWISÎNIN EW LI GEL DAIŞ’IN’

Tê gotin ku li Îranê ji ber van çalakiyan li hinek bajaran girtin çêbûne, Îran ku her roj xwe wer dide diyar kirin li dijî DAIŞ’e çima astengî çêdike?

Li ku derê kîjan hêz an jî dewlet li dijî xwepêşandan û çalakiyên mafdar yên gelê Kurd yên li dijî DAIŞ’ê derkevin û astengî çêbikin ew li gel DAIŞ’in. Komara Îslamî ya Îranê  çalakgerên li dijî DAIŞ’ê serhildan kirin, digire binçavan. Ev jî dide nîşandan ku êrişên li ser Kobanî xweşa dewleta îslamî ya Îranê diçe. Dibe ku di axaftin de dibêjin em dijberin lê, divê herkes li kiryar û pratîk binêre.

‘EGER KOMARA ÎSLAMÎ YA ÎRANÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê YE, DIVÊ KIRYARÊN WÊ JÎ WEKE YÊN DAIŞ’Ê NEBE’

Eger Komara Îslamî ya Îranê li dijî DAIŞ’ê ye, divê kiryarên wê jî weke DAIŞ nebe û nekeve xizmeta DAIŞ’ê. Girtina çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê dewleta Îranê ve alîkariyeke rasterast ji DAIŞ’ê re ye. Divê her kes vê bizane. Ev çalakiyane ji bo xwedîderketina li Kobanî hatin kirin. Dirûşmên çalakgeran tev li dijî DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanî bûn, tiştekî li dijî rejîmê di dirûşman de tinebû. Lê, wateya girtina çalakgeran çi ye? Eger bi sedan daxuyanî jî bide, tişta ku dike ev e. Em li kiryaran temaşe dikin. Kurd jî, gerîla tev jî gotin êdî dawî li dema daxuyaniyan hatiye dor hatiye gavên pratîkî. Ne daxuyaniyên dewletên Ewrûpa, ne yên Dewletên Yekbûyî Amerîka, ne Îran û hwd. bi qasî serî derziyê nirxeke xwe nîne, eger gavên pratîkî pêre nînbe. Eger li dijî DAIŞ’in îro gelê Kurd li dijî DAIŞ şer dikin. Kî dixwaze li dijî DAIŞ helwest bigire divê di kêleka gelê Kurd de bisekine û li dijî DAIŞ’ê bi hevre tekoşîn bikin.

Herêma Kurdistanê li şûna alîkarî bişîne, şandina şandeyek ji parlementeran rewşeke trajîk-komîk nîne gelo?

Par jî biryareke sosret hat girtin da ku şandeyek ji herêma Kurdistanê biçe rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike ka birastî jî weke tê payîn komkujî heye yan na, DAIŞ serî jê dike an na?  Divê demê jî xebatên ji bo lidarxistina kongreya neteweyî hebûn û em jî ji ber wê sedemê li wir bûn. Hemû dinya behsa komkujî û hovîtiya Cephet El-Nusra ya li Rojava li ser gelê Kurd birêve dibe, dikir. Li gundeke Kobanê komkujî pêk hatibû gellek kes bi rêbazên hovane hatibûn qetilkirin lê, PDK bawer nedikir. Ji lewma biryar dan ku şandeyek biçe rojava û vê rewşê di cih de bişopînin. Komkujî li herêmek rû dabû ku şande neçûbû wir. Hinek pirsên ku dibêjin pêk hatiye yan na, di serî wan de hebû. Di encam de dîwana serokatiya hikûmeta herêmê bi daxuyaniyek ji raya giştî re ragihandin ku ew kesên tê payîn ku serê wan hatiye jêkirin nehatiye jêkirin, komkujiya ku pêk hatiye pêk nehatiye û nêrîna hikûmeta herêmê ev e. Di vê biryara Serokatiya Herêmê de em wê demê şahid bûn ku YNK di têde nebû, Goran di têde nebû. Tenê PDK û bi taybet jî Dîwana Serokatiya Hikûmetê Fuad Husên û birêz Mesûd Barzanî hebûn. Ew vê daxuyaniyê nivîsandibûn. Ev ji bo gelê Kurd tiştekî cihê şermê bûû pir bi êş bû. Niha eger ev şande neçe Kobanê û bi çavên xwe nebînin, wê demê şer li vê Kantonê û vî bajarê Kurdistanê neqewimiye?

Jêdera xwe ji bêbaweriyê digire yan tiştekî din heye?

Ya rastî ji bo gavên pratîkî neavêjin serî li van rêk û rêbazan dixin û gelek tiştên din hene ku hêvîdar im wê rojek dîrok vêya derxe  holê û aşkera bike ka çi ye. Divê ev tişt tev ji bîr neçin. Gotineke navdar a Cihûyan heye dibêjin ‘Jibîr kirin xiyanet e’. Ew tişta ku ez par bûm şahid qet ji bîra min naçe. Ma qet ew komkujî û serjêkirinan hîs nakin, dilê wan pê naêşe û empatiyê li gel wan malbatan çênakin. Ev bêwijdanî ye. Şandina şandeyê ji bo çûyîna (lijne) Kobanê wê bikare çi bêje.

‘BAŞE BI GELÊ KURD BAWER NAKIN, QET NEBE BILA BI DOSTÊ XWE TIRKIYE BAWER BIKIN’

Her roj ragihandinên tevahî cîhanê der barê hovîtî û êrîşên DAIŞ’ê de diaxivin û nûçe derdixin, heta dostê PDK’ê dewleta Tirk bixwe dibêjin DAIŞ li Kobanî heye û êrîş dike û mizgîniyê didin bi xelk ku ketina Kobanî nêzîk e. Baş e bi gelê Kurd bawer nakin, qet nebe bila bi dostê xwe Tirkiye bawer bikin. Qene bi wan kesên ku hûn şahidiya wan dikin bawer bikin. Wateya vê komîsyonê çi ye, bi rastî jî ev rûdawên hîç xweş nînin. Lê, hêvîdar im ku dê gelê Kurd van rûdawan qet ji bîr neke. Ya rastî ji min re seyr hat ku ji bo Şengalê jî lijneyeke lêkolînê saz nekirin. Bi vê lijneya (şande) sazkirin înşallah bawer bikin li Kobanê şer heye. Ez rêz didim ew aliyên ku mil bi milê gerîla li Başûrê Kurdistanê şer dikin, her wiha li hindek şûna gerîla mil daye bi milê wan yê şer dikin. Ew pêşmergeyên qehreman yên di vê oxirê de şehîd ketine jî bi rêzdarî bi bîr tinim û li ber bîranîna wan serî xwe ditewînin. Beşdarbûna aliyên ku di şer de cih girtin, siyaseteke rast şopandin û hêvîdar im ku neyên van lîstikên wiha û vêya qebûl nekin.

Hevserokê KODAR’ê Rêzan Cawîd, di beşa duyemîn a hevpeyvînê de jî helwesta dewleta Îranê ya li hember DAIŞ’ê, siyaseta Îranê ya Kurd û hebûna Selefiyên Cîhadî li Rojhilatê Kurdistanê dinirxîne…