Reza kir ku dowîz zêde bibe, dolar ber bi rekorê ve diçe
Ji ber agahiyên ku Reza Zarrab ê li DYA’yê girtî li xwe mikur hatiye, zêdebûna di kûra dowîzan de rekoreke din bi xwe re anî.
Ji ber agahiyên ku Reza Zarrab ê li DYA’yê girtî li xwe mikur hatiye, zêdebûna di kûra dowîzan de rekoreke din bi xwe re anî.
Nediyariya têkiliyên di navbera Tirkiyê û DYA’yê de, geşedanên li Rojhilata Navîn û bi Rewşa Awarte re tirsa ku hatiye çêkirin kûrên dowîzan zêde dike.
Ji ber ku aboriya Tirk di krîzê de ye kûrên dowîzan rekoran bi xwe re tîne. Nediyariya siyasî ya Tirkiyê, Rewşa Awarte, rageşiyên di navbera Tirkiyê û DYA û YE’yê kûrên dowîzan ên ku zêde dibin bi doza Reza Zarrab a DYA’ê re rekorên nû şikand.
Dolar îro bi 3.98 TL’yî dest pê kir û Euro 4.66, Sterlîn 5.27’an hate dîtin.
Piştî zêdebûna di kûrên dowîzan de Benqeya Navendî ya Tirkiyê tim des di kûran dide. Benqeya Navendî duh maliyeta fonkirinê ya benqeyaan ji 12’an hilda 12.25’an, her wiha îhaleta firotina dowîzan a bi wade ya li hev kir domand. Li ser daxwaza Serokkomarê Tirk Erdogan Benqeya Navendî dest li kûran da lê li gel vê jî zêdebûna di kûra dowîzan de kêm nebû.
Dolar di Hezîrana 2017’an de ketibû bin 3.50’î. Dolar di 5 mehên dawî de dîsa zêde bû, ji ber sedema sekinîna aboriya Tirk, nediyariya siyasî û doza Zarrab ku 4’ê Kanûnê wê dest pê bike têp ayin ku kûra dowîzan zêdetir bibe.