Rêya dadgehê ji parlementerên Kurd ên li Bexdayê xuya bû

Dosyeya têkildarî parlementerên Kurd ên li Parlementoya Iraqê ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hate temamkirin û pêşkêşî dadgehê hate kirin.

Hikumeta navendî ya Iraqê ji ber ku di referandûma di 25’ê Îlonê dengê xwe dane, dixwest parlementerên Kurd bidarizîne. Bexdayê dosyeya xwe amade kir. Dosyeya ku ji aliyê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê hatibû amadekirin pêşkêşî dadgehê hate kirin. Bi pêşkêşkirina dosyeyê re rêya darizandina parlementeran vebû.

ZEYDÎ: WÊ HUKMÊ BIRYARA DADGEHÊ HEBE

Serokê Komîsyona Lêkolînê Kamîl Zeydî têkildarî dosyeyê axivî û got: “Têkildarî betalkirina darizandina parlementerên ku tevlî referandûmê bûne, tu pêşniyaz tune.”

Zeydî diyar kir ku wan di lêkolîna xwe de binpêkirin tespît kirine û got: “Ji ber ku me binpêkirin tespît kir, me dosye pêşkêşî dadgehê kir. Wê dadgeh biryarê bide.”

Zeydî diyar kir ku pêşkêşkirina dosyeyê û rakirina destnedayîna parlementeran ji hev cihê ye û destnîşan kir ku destdayîn neyê rakirin jî wê hukmê biryara dadgehê hebe.

HARB: TÊKILÎ SERERAST DIBIN

Pisporê Destûra Bingehîn Tarik Harb diyar kir ku piştî biryara betalkirina referandûmê ya Dadgeha Federal, rewş normal dibe û wê kêşe jî bi awayekî çareser bibin.

Harb diyar kir, ne şert e ku her dosyeya ji dadgehê re tê şandin were qebûlkirin û destnîşan kir ku têkiliyên Hewlêr-Bexdayê êdî normalîze dibin.