Rexne li DÎTÎB'ê dikir, bi Erdogan re wê DÎTÎB'ê veke

-Serokê Eyaleta NRW'ê Armîn Laschet ku beriya niha saziya DÎTÎB'ê ya diyaneta Tirk a li Elmanyayê rexne kiribû, niha jî bi Erdogan re wê biçe vekirina mizgefta navendî ya li Kolnê ya DÎTÎB'ê.

Bernameya serdana Serokkomarê Tirk a li Kolnê ku li gel hemû nerazîbûna raya giştî û mûxelefetê jî, ku wê li Berlînê bi merasîma dewletê were pêşwazîkirin zelal bû. Erdogan ku 28'ê Îlonê wê Serokomarê Elmanya Frank-Walter Steînmeîer û Serokwezîr Angela Merkel bibîne, 29'ê mehê jî bi alîgirê xwe re ji bo ku şowê bike wê biçe Kolnê.

Li gel ku ev saleke dixebite jî ji bo şowa Erdogan wê mizgefa li Ehrenfeldê ya Kolnê ya Yekîtiya Îslam a Tirk a Karê Diyanetê (DÎTÎB) wê were vekirin. DÎTÎB'ê got 29'ê mehê saet 11.00'an wê  Serokê Eyaleta NRW'ê Armîn Laschet jî li gel Erdogan hazir be.

Laschet dema ku li ser karê Alîkariya Serokê Giştî yê Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) bû û ji par ve dema Seroktiya NRW'yê gelek caran amaje pê kiribû ku DÎTÎB saziyeke wiha ye ku ji bo rejîma Erdogan dixebite û rexne kiribû.

Laschet Sibata 2017'an dema  DÎTÎB bi lêpirsîna sîxûrtiyê li rojevê bû, gotibû, ''Divê dawî li karê wan melayan were ku rexneyên xwendekar, mamoste û malbatên zarokan ên li polîtîkayên Erdogan, digihînin saziyên Tirk. Melayên ku behsa wan tê kirin divê zû ji Elmanya derkevin.''

Laschet Hezîrana bihurî jî dema ku hatî ser seroktiya eyaleta NRW'yê xwestibû ku Elmanya zexta xwe ya li ser DÎTÎB'ê zêde bike, Laschet gotibû DÎTÎB li ser meseleyên dînî bisekine, ne li ser nîqaşên siyasî yên bi navenda Erdogan ku têkilî karê navxwe yên Tirkiyê ne.

Lê siyasetmedarê demokratê Xiristiyan ku gotinên xwe yên beriya bi salekê ji bîr kirî, wê bi Erdogan re tevlî vekirina mîzansen a 29'ê Îlonê bibe ku ev ê were wateya ku DÎTÎB zêdetir bibe parçeyek ji rejîma Erdogan.

LÊPIRSÎNA LI SER DÎTÎB'Ê YEK BI YEK HATIN GIRTIN

Her wiha yek ji wan melayan ku Laschet behsa wan dikir û piraniya wan li NRW'yê sîxurî dikirin Elmanya neterikandin. Bi ser de piştî hewldana darbeye ya 15'ê Tîrmeha 2016'an desthilata Erdogan melayên ku bi taybet hatine hilbijartin şandin Elmanayê. Lêpirsîna ku Serdozgeriya Federal li ser DÎTÎB'ê vekirî li gel ku salek derbas bû jî tiştek jê derneket û bi ser de Kanûna bihurî dosya bi fermî hate girtin.

Dema ku navbeyna rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel ne baş bû, destpêka 2017'an bi belgeyan derketibû holê ku melayên DÎTÎB'ê çawa li mizgefatan li ser navê weazan propagandaya Erdogan dikirin û di dersan de zor li zarokan dikirin ku sîxûriyê bikin.