Rêxistinên mafên mirovan: Cenazeyan bidin malbatan

Rêxistinên mafên mirovan xwestin ku cenazeyên sê sal berê ji Goristana Xerzanê hatibû derxistin û birine Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê, teslîmî malbatan were kirin.

Di 19'ê Kanûna 2017'an de li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, li Goristana Xerzanê 267 cenaze hatibûn derxistin û ew biribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê. Lê ji 267 cenazeyan 265 jê 15 meh in li ATK'ê ne. Heta niha tenê du malbatan cenazeyên xwe wergirtine. Ji bo wergirtina cenazeyan heta niha 32 malbatan serlêdan kirin. Bedriye Kiliç, Hayriye Yûrdakûl, Sûltan Tûtmaz, Abdûllah Çîçek û Nazîme Kaya ji bo cenazeyên zarokên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê dan. Ji bo DNA'yê xwîn ji malbatan hat girtin. Tevî van malbatan hejmara kesên serî li dozgeriyê dane bû 38. Lê hêj 227 malbat mane. Têkildarî 265 cenazeyên ku li ATK'ê ya Stenbolê têne rawestandin, Rêxistinên mafên mirovan, daxuyanî dan. Nûnerên ÎHD'ê, Kangreya Demokratîk a Gelan (HDK), ANYAKAY-DER'ê Komeleya Weqfa Aştiyê, li otelek li Beyoglû civîna çapemeniyê li dar xistin.

‘HURMETÊ NÎŞANÎ GOR Û ŞÎNÊ BIDIN’

Li salonê pankarta "Em dixwazin hurmetê nîşanî gor û şînê bidin" vekirin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, diyar kir ku derxistina cenazeyan a ji Goristana Xerzanê nîşan dide ku hurmeta dewletê ji miriyan re tune ye. Keskîn, anî ziman ku ji sala 2017'an de malbat ji bo cenazeyên xwe bigirin serî li ÎHD'ê dane, lê bi nedana cenazeyan zilmê li malbatan dikin. Li Tirkiye û Kurdistanê pêdivî bi aştiyê heye."

Piştre daxuyaniya hevpar hat xwendin. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî xwend û wiha got: "Di 2'ê Çileya 2018'an de Walîtiya Bedlîsê daxuyanî da û diyar kir ku li qada çêrgeh be, goristan nayê avakirin. Walîtiyê diyar kir ku biryara Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Bedlîsê ya di 4'ê Kanûna 2017'an de goristan hatiye vekirin û cenaze hatine derxistin."

Yolerî anî ziman ku 279 gor hatine vekirin û 11 gor vala derketine û wiha lê zêde kir: "Ji bo testa DNA ya cenazeyan bikin sewqî Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê kirin. Ev yek li dijî xala 90'an a Peymana Mafên Mirovan a Ewropa ku Tirikye jî îmze kiriye û li dijî Peymana Cenevre ye. Divê bi lez cenazeyan bidin malbatan. Divê bêyî dem derbas bibe cenazeyên ji goran hatine derxistin dîsa teslîmî malbatên wan bikin."

267 CENAZE HATINE DERXISTIN

 Pisporê Saziya Tipa Edlî Prof. Dr. Umît Biçer, diyar kir ku li dijî hiqûqê 267 cenaze ij goristanan derxistin û wiha axivî: "Yên cenazeyên xwe defin kirin ruhsata definkirinê stendin. Lêpirsîna dosyayê ya ku Dozger dimeşine der barê wê de biryara veşartinê heye. Niha dosya di nava şoliyê de ye. Ji ber ku nediyariyek û aloziyek heye derûniya malbatan xera bûye."

 Ji parlamentera AKP'ê ya berê Fatma Bostan Unsal, jî anî ziman ku niha nayê zanîn ku Cenazeyê Seîdê Kurdî jî li ku ye û wiha got: “Ev yek ji bo Tirkiye rewşa şermê ye. Divê Tirkiye li gorî pîvanan tev bigere. Aşkere di peymana DMME'ê de her tişt hatiye ziman. Em dixwazin êdî dest ji vê neheqiyê berdin."

 ‘EM DIXWAZIN GOREKE ZAROKÊN ME HEBE’

 Ji malbatan Rawşan Doner jî anî ziman ku 2 sal in bi êşek mezin dijîn û wiha got: "2 sal in îşkenceyê li malbatan dikin. Ez dixwazin gorek min a ez li ser dua bixwînim hebe. Ez dixwazim li ser vî welatî wekî hemwelatiyek wekhev bijîn. "

 Ji Mirovên Şemiyê Hasan Karakoç jî anî ziman ku li dijî mirovahiyê goristan wêran kirin û wiha axivî: "Vekirin û wêrankirina goristanan li dijî hiqûqê ye. Hurmeta dewletê ji miriyan re tune ye. Dema mijar dibe Kurd dewlet dibe hov. Bê guman hesabê vê yekê wê bê pirsîn."

 Berdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû anî ziman ku bi pekanînên dijmirovî yên dewletê re rû bi rûne û ev yek li dijî rumeta mirovahiyê ye.