Rêxistinên Kurdistanî: Divê dewlet gavên şênber bi avêje

Rêxistinên Kurdistanî: Divê dewlet gavên şênber bi avêje

Sazî, komele û partiyên kurdan ên li Amedê di derbarê pêvajoya li Îmraliyê û qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin de fikarên xwe anîn ziman. Serokê Giştî yê DDKD'ê Îmam Taşçier xwest hêzên neteweyî û civakî tevan tevlî vê pêvajoyê bikin û rêya diyalog û muzakereyan destpê bikin. Taşçier xwest gavên şênber bên avêtin. Li Mûş û Colemêrgê jî saziyan piştgiriya xwe ya aştiyê anîn ziman.

AMED

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên Amedê di derbarê hevditinên li Îmralî û komkujiya 3 siyasetmedarên Kurd yên jin li Parîsê pêk hat de li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civina çapemeniyê de Endamên Meclîsa Daîmî yê KCD'ê, HDK'ê BDP, DDKD), OSP, KADEP, EMEP, ESP, Înîsiyatîfa Azadî Koma Diyaloga Dicle Firatê amade bûn.

Serokê Giştî yê Komeleya Kurdan a Demokratên Şoreşger (DDKD) Îmam Taşçier axivî û diyar kir ku, astengiya li pêş demokratikbûna Tirkiyeyê ya herî mezin neçaseseriya pirsgirêka Kurd e. Taşçier anî ziman ku, her çend aktorên siyaseta Tirkiyeyê bên guhertin jî polîtîkaya dewleta Tirk ya li hemberi çareseriyê nayê guhertin.

Taşçier bal kişand ser cûdahiya vê pêvajoyê û wiha got: "Brêz Ocalan di vê pêvajoyê de bi siyasetmedarê Kurd re hevdîtin kir. Em hevditinê pir girîng dibînin. Ger ku ev pêvajo bi muzakere û diyalogan destpê bike û hemû beşên civakê û siyasetê tevlî vê pêvajoye bike dê erênî bê nirxandin. Piştî hevditnan bûyerek bi vî rengî dîsa baweriya hemû gelê Kurd şikand. Ji ber vê yekê ger ku dê gav bên avêtin divê berî her tiştî gavên şênber bên avêtin.

'DIVÊ DEWLET GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJE'

Taşçier destnîşan kir ku, “ji bo ev pêvajo bi ewle bidome û baweriyê bide divê berî her tiştî dewlet gavên şênber bavêjin. Roja sersalê 10 endamên PKK'ê hatin qetilkirin. Leşkeriyê 20 herêman li çûn û hatinê qedexe kirin. Divê baş bê zanîn ku, ev pêvajo bi van nakokî û van polîtîkayan pêş nakeve. Ji ber vê yekê jî divê dawî li van polîtîkayên qetilkirin û înkarê bê. Ev êrîş li dijî daxwaza gelê Kurd a siyaseta demokratîk û azadiyê pêk hatiye."

4 DAXWAZÊN BINGEHÎN

Taşçier daxwazên xwe wiha rêz kir: "Em rêxistinên Kurdistanî berî her tiştî dixwazin ku nasnameya gelê Kurd bê naskirin. Zimanê kurdî bibe zimanê fermî. Statûya gelê Kurd bê naskirin û astengiyên li pêş perwerdehiya zimanê zikmakî bê rakirin. Mafê gelê Kurd yê rêxistinê bê dayîn û astengiyên li pêş daxwazên me bên rakirin."

COLEMÊRG

Serokê Odeya Sinhetkar û Esnafên Şemziînanê Muarem Tekin, di derbarê hevdîtina li Îmraliyê û qetilkirina 3 jinên Kurd diyar kir ku, gavên ji bo çareseriyê girîngin û wiha got: "Her kes erênî dibîne. Her kes dixwaze pirsgirêk bê xwîn û kuştin bi dawî bibe. Divê hemû saziyên sivîl ên civakî, parityên siyasî û hêzên demokratîk ji bo ev pirsgirêk bi riya aştî û demokrasiyê pêş bikeve piştgiriyê bidin. Em di pêvajoyek pir girîng û zirav re derbaz dibin. Malbatên gerîlla û leşkeran êşên mezin kişandin. Divê êdî êş bi dawî bibin."

MÛŞ

Berdevkê Demê yê KESK'ê yê Mûşê Necmî Erol diyar kir ku, heyeta BDP'ê çû li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û ew vê yekê gavek erênî dibîne û wiha got: "Em dixwazin êdî mirov neyên kuştin û xwîn neyê rijandin. Hemû hewldanên me ji bo aştiyek mayinde û pêvajoyek bê xwîn e."

'DIVÊ HER KES XWE TÊXE BIN BAR'

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê Saîm Atilgan jî xwest geşedan baş bên dîtin û nirxandin û wiha got: "Ji bo aştiyê hêviyek mezin çêbû. Lê fikarên me jî zêde ne. Li aliyeki hikûmet dibêje ez gavan davêjim. Li aliyê din operasyonên siyasî û leşkerî didomin. Divê ev yek bi dawî bibe. "

Serokê CHP'ê yê Mûşê Îsmaîl Adanir jî anî ziman ku, pirsgirêka Kurd 30 salin didome, lê bi şer pirsgirêk çareser nabe û xwest her kes ji bo aştiyê têbikoşe.