Rêxistinên Ked û Pîşeyê: Em li hemberî êrîşan bêdeng namînin

Rêxistinên Ked û Pîşeyê: Em li hemberî êrîşan bêdeng namînin

Rêxistinên ked û pişeyê, dan xuyakirin ku wê li hemberî êrîşên AKP’ê yên bi awayekî ku destûra bîngehîn û huqûqê tune dihesibînin û bi wî awayî hewl didin muxalefeta civakê bêdeng bikin û ‘terorîze’ bikin bêdeng nemînin. KESK, DÎSK, TMMOB û TTB, têkildarî şîddeta polîsan a li hemberî berxwedana Parka Gezî ya ji 28’ê Gulanê ve berdewam dike daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de tê xwestin ku kesên duh di operasyonên hemwext ên dema li hemberî ETHA, Rojnameya Atilim, Ozgur Radyo û ESP’ê de hatin girtin, werin berdan û wiha hat gotin, “Heta îro binçavkirinên ku hejmara wan bi hezaran e berdewam dikin, niha jî bi serdegirtinan veguheriye operasyonên tepisandin û bêdengkirinê yên AKP’ê.”

Di daxuyaniyê de ku serokwezîr û hikûmeta AKP’ê tên hişyarkirin wiha bi dawî dibe:  “Di serî de Serokwezîr em hikûmetê hişyar dikin. Divê hûn dest ji şîddeta polîsan a li hemberî gel tavilê berdin. Her wiha dev ji gotinên nefretê yên bûne wek zimanê şer berdin û guh bidin daxwazên gel. Bi tirs û zorbekariyê hûn nikarin dengê vî gelî qut bikin. Ne gaza we ya kîmyewî, ne TOMA’yên we ne jî binçavkirinên ku hûn dikin wê nikaribe û têr neke ji bo qîrînên demokrasî û azadiyê.