Rêxistinên girseyî yên demokratîk: Em serî natewînin; em ê bi ser kevin!
Rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi TTB’ê û Halkevlerî re civîneke piştgiriyê lidar xistin, peyama bi têkoşîna hevpar wê bikarin faşîzma AKP’ê têk bibin, dan.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk, bi TTB’ê û Halkevlerî re civîneke piştgiriyê lidar xistin, peyama bi têkoşîna hevpar wê bikarin faşîzma AKP’ê têk bibin, dan.
Rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo Yekîtiya Tabîbên Tirk û Halkevlerî yên ku ji ber êrîşên li ser efrînê helwesta raberî dewletê kiribûn banga piştgiriyê kir.
Di civîna çapemeniyê ya li avahiya Şaxa Odeya Endazyaran a Enqerê hate lidarxisitn de, TTB, Halkevelerî jî di nav de Federasyona Sendîkevanên Karker ên Şoreşker ên Tirkiye (DÎSK) Federasyona Sendîkevanên Kedkar ên Civakî (KESK)li gel nûnerên saziyên komeleyên Elewî gelek rêxistin tevlî bûn.
BANGA ‘TÊKOŞÎNA MIL BI MIL’
Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya TTB’ê Sînanb Adiyeman: Bi Rewşa Awarte û BHQ yên ku hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê dikin hincet demokrasiya ji xwe qels û lewaz li bin lingan xistin. Rejîmeke yekcar a zextê derket holê. Dixwazin rêxistinên pişeyî bi vî rengî bigirin dest. Êrîşên li ser TTB’ê em wiha dibînin. Li dijî Halkevlerî yên ku demokrasî û laîklik dixwazin êrîşek çêbû û hatin binçavkirin. Îro li ser me êrîş çêbû sibe li ser hinek din. Ji bo vê divê em di nava piştgiriyê de bin û mil bi mil têkoşînê bikin.”
‘YA TÊ HEDEFKIRIN DAXWAZÊN BI MILYONAN IN’
Hevserokê Giştî yê Halkevlerî Dîlşad Ataş: Em bi biryarên di desteya giştî ya ji bo li dijî rejîma yek kesî têkoşînê bikin û daxuyaniyên piştgiriya bi TTB’ê re hatin sûcdarkirin. Em di hedefa van êrîşan de hemû welat dibînin. Di hedefê de daxwaza aşîtî, edalet û wekheviyê ya milyonan heye. Ev operasyoneke li ser fermanê pêk hatiye.Em dizanin ku mûxalefeta demokeratîk a Tirkiye û gelên Tirkiye dikare vê rewşê bide sekinandin û ev hêz jî heye. Em bi hêvîne ku em ê pêvajoya 2019’an bi ser bikevin.
Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dersim Gul: Dixwazin mûxalefeta civakî ya li Tirkiyeyê bêdeng bikin û divê têkoşîna hevpar bê kirin.
‘DÎSA EM DIKARIN SERBIKEVÎN’
Endamê Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Ramazan Gurbuz: 4 hezar û 200 endamên me ji kar hatine derxistin û 63 endamên me hatine girtin. Di 7’ê Hezîranê de di referandûmê de em biserkevin. Dîsan em dikarin serbikevîn.”
Nûnerê Herêma Enqerê ya DÎSK’êTayfûn Gorgun jî wiha got; Em di şertên Rewşa Awarte de tên birêvebirin. Ev jî dide xuyakirn ku ne li dijî qanûn e. Bi tekez em ê bêdeng nemînin. Em baş dizanin ku sibêyeke ronahî ya vê taritiyê heye û em ê wê sibê bi hev re bibînin. Em ê çong ne danîn. Heya demokrasî neyê vî welatî em ê bi hevre têkoşîna hevpar bidomînin.
‘PIŞTÎ EFRÎNÊ ÊRÎŞ ZÊDE BÛN’
Parêzerê malêngel Sercan Eren: Piştî pêvajoya Efrînê binçavkirin û bi taybet girtin zêde bûye, îxtidar bi ser Efrînê yên ku li pişta wan nagire, êrîşî wan dike.