Rêxistineke ku jinan azad dike ti caran nabe rêxistineke terorê

Ji bo vê jî bingehên wê yên dîrokî, felsefî, sosyolojîk û psîkolojîk hene ku jinên bi hezaran sal in tiyê azadiyê ne, bi azweriyeke mezin ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibezin û azadiya xwe di rasteqîniya PKK’ê û Rêbertî de dibînin.

PKK bi mebesta şoreşa Kurdistanê ya azad û demokratîk, ji roja ku hatî damezirandin, arîşeya jinê weke mijareke sereke di nav bernameya xwe ya têkoşînê de daniye û di refên şoreşê de ji bo azadiya jinê qadeke sereke vekiriye. Bi taktîkî nêzîkatî li arîşeya jinê nehatiye kirin, weke mijareke sereke ya stratejîk hatiye nirxandin. Di nav damezirînerên PKK’ê de qedroyên jin jî hebûne. Hevrê Sakîn Cansiz ku Tevgera Jin a Kurd bi asta rêber dibîne û gihaştî nasnameyeke gerdûnî di serê van navan de ye. Di rêbertiya hevrê Sakîne Cansiz de têkoşîna azadiya jinê, li her devera Kurdistanê û Kurd lê dijîn mezin bûye û di şexsê bi hezaran pêşeng de bûye nasnameyeke cidî.

Ji Bêrîvanan ta bi Zîlan, Bêrîtan, Arîn, Viyan, Çavrê, Şîrîn Elemhulî, Hêlîn, Nalîz, Gulnaz, Berçem, Nûdem, Dela û Azêyan bi hezaran şehîd hene. Bi hezaran girtiyê wê hene û bi hezaran jê êşkence ditine, cezayê miebbetê li wan hatine birîn. Li çiyayên Kurdistanê û deştên wê bi hezaran milîtanên azadiyê hene ku têdikoşin. Bi hezaran xebatkarên wê, bi deh hezaran dostên wê û bi milyonan sempatîzanên wê hene. Tevgera Jina Kurd, ji hembêza PKK’ê, ya ku weke dayikekê ye, çêbû û mezin bû. Li xeta Zagros-Torosan, li çyayên Kurdistanê mezin bû û geş bû.

Heke PKK bi rengekî stratejîk li arîşeya jinê nerî be rola Rêber Abdullah Ocalan di vir de diyarker e. Hem ji bo jin di damezirîna PKK’ê de cih bigirin û hem jî ji bo ku lêgerîna çareseriya ya ji bo jiyana azad a ji boa zad pêş bixe Rêbertî pir israr kiriye. Azadia jinê li serê azadiya civakî daniye û arîşeyeke jê pêştîr diyar kiriye û wiha ji şoreşên dî û rêbertiyên dî cudatiya xwe diyar kiriye.

Tezên ku digotin arîşeya jinê arîşeya sereke ya hemû arîşeyan e û heta ku arîşeya jinê neyê çareserkirina arîşeyên civakî û netewî ji bin ve wê çareser nebin di pratîka 40 salî ya Têkoşîna Azadiya Jinê de derketiye holê. Ji bo vê jî tezên li ser problema azadiyê jinê û çareseriya wê tenê bi tespîta teorîk û perspektîfê sînordar nemaye.

Ji bo pêkhatina van tezan bi sedan jin di eniyên têkoşînê de perwerde kiriye û kiriye ku hay ji ferqa koletiyê û azadiyê çêbibin. Ji potansiyela jinê ku bi nasnameya Kurdîtiyê tevlî şoreşê bûye hişmendiya zayendî pir bi pêş ve biriye û di ser nasnameya jinê re ew kiriye hêz pêşeng a têkoşînê. Li Kurdistanê, ku welatekî mêtingerî li ser dihate kirin, li ser wê zemîna ku ji hêla civakî ve pir hatiye çewisandin, rakirina ser piyan a bi deh hezaran jin a ji bo azadiyê bi hişmendiya azadiyê çêbûye ku weke telesima bi sêhr ketî nava jiyana rêxistinî.

Ji bo vê jî bingehên wê yên dîrokî, felsefî, sosyolojîk û psîkolojîk hene ku jinên bi hezaran sal in tiyê azadiyê ne, bi azweriyeke mezin ber bi çiyayên Kurdistanê ve dibezin û azadiya xwe di rasteqîniya PKK’ê û Rêbertî de dibînin. Jinan guherînên sosyolojîk ên ku PKK li Kurdistanê û di nav civaka Kurd de pêk tîne dîtin û dibînin. Di nav civakîtiya nû de ya ku PKK’ê ava kirî, qadên azadiyê yên ku hatine avakirin kiriye ku jin bi rengekî fedaî bibin dilsoz. Ji bo vê jî jinên Kurd esareya Imraliyê weke esareta xwe dibînin û êdî dixwazin ji vê esaretê xilas bibin.

Di encama têkoşîna 40 salî ya PKK’ê de, bi şoreşa sosyal û jiyana nû ya ku bi berdêlên mezin û giran hatî avakirin, îro li Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê dijîn, ji leşkeriyê ta bi siyasetê, dîplomasiyê, rêveberiyên xwecih, hiqûq, huner, kuçe û çiyayan, li hemû qadên jiyanê pêvajoyeke civakî ya wiha çêbûye ku jin li her qadê ne û li pêş in. Li Kurdistanê ev geşedana nû bi PKK’ê çêbûye.

Ji hevseroktiya partiyê ta bi parlementoyê, ji hevşaredariyan ta bi temsîla wekhev a li meclîsan mijara azadiya jinê û wekhevî ku êdî Kurdan ev ji xwe re weke prensîb diyar kirine, bi têkoşîna çil salî ya PKK’ê ye ev guherîna civakî çêbûye. PKK sedema vê guherîna civakî û kîşwerê ye. Neheqiya herî pir mezin a dinyayê ye ku ji PKK’ê re rêxistina terorê were gotin, ku bûye sedema geşadene herî bedew, herî pir kêfa mirov tîne ya van 6 hezar salên dawî. Çi kesê ji heqîqetê bawer e divê êdî bi rengekî vekirî li dijî vê neheqiyê derkeve. Ji ber ku rêxistineke ku bi vê astê jin azad kirî nikare bibe rêxistineke terorê û wijdanê mirovahiyê vê baş dizane.