Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bertek nîşanî êrîşa polîsan ya li dijî xwendekarên ODTU’yê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan protesto kirin, da û xwest “bûyer bilez, berfireh û bi awayekî bêalî bê lêpirsîn.”
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bertek nîşanî êrîşa polîsan ya roja borî ya li dijî xwendekarên ODTU’yê ku Serokwezîrê Tirk Erdogan protesto kiribûn, da.
Rêxistina Efûyê xwest ku êrîşa polîsan ya 18’ê Kanûnê ya li dijî xwendekarên ODTU’yê bi awayek lez, berfireh û bê alî lêpirsîn bike. Her wiha da diyarkirin ku, ji ber sedema bombeya gazê ya bi serê xwendekarê zanîngehê Barîş Barişik ketiye pir bifikarin.
Rêxistina Navnetewî Efûyê bang li rayedarên Tirk kir ku, bila polîs li dijî xwepêşandanên aştiyane hêzekî ji hedê wê zêdetir bikar neyne û vê bixe bin garantiyê.