Rêxistina Efoyê: Pêwîste Rohanî girtiyên siyasî serbest berde

Rêxistina Efoyê: Pêwîste Rohanî girtiyên siyasî serbest berde

Rêxistina Navnetewî a Efoyê di derbarê hilbijartinên Îranê de beyannameyek weşandin. Di beynameyê de balê dikişînin li ser rewşa mafê mirovan û sozên Serok Komarê nû yê Îranê Hesen Rohanî yên ji bo çareseriya pirsgirêkên mafê mirovan dane.

Rêxistina Navnetewî a Efoyê (Amnesty İnternational) serkeftina Hesen Rohanî a di hilbijardinanên Serok Komariya Îranê  bi dest xistî bi pêngavek nû ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşî girtina mafê mirov li wî welatî dibînin. Rêxistinê diyarkirin ku, yekem daxwaza wan ji Rohanî ewe ku girtiyên siyasî serbest berde.

Rêxistina Efoyê di peyama xwe de balê dikişîne ser sozên Rohanî yên di dema hilbijartinê ji bo çareserî û mafê mirovan dayîn û destnişan dike ku, ew dê bişopînin ka Rohanî di mehên bêt de dikare çareseriyê bîne. Her wiha dê bersiva daxwazên derve bide û li ser gotinên xwe bimîne.