Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo meşa 15'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo meşa 15'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo meşa 15'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê ji bo meşa ku wê di 15'ê Tîrmehê de di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje" de pêk bîne banga tevlîbûnê li gel kir.
Rêxistina BDP'ê ya Edeneyê bi wesîleya ku di çarçoveya kampanyaya "Hukûmet gav biavêje" de wê di 15’ê Tîrmehê de meşekê pêk bîne li ber avahiya partiyê daxuyaniyek çapemeniyê da û banga tevlîbûnê li gel hat kirin. Di daxuyaniyê de Serokê BDP’ê yê Edeneyê Ugur Bayrak, rêveberên BDP'ê yên bajar û navçeyan jî beşdar bûn. Bayrak di destpêka axaftina xwe de ku pêşengên PKK'ê yên ku di “Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin" de jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr anî û diyar kir ku di pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin qonaxa destpêkê bi serketî bi dawî bû û Ocalan xwest ku qonaxa duyemîn de hukûmet gav biavêje. Bayrak destnîşan kir ku di çarçoveya kampanyaya “hukûmet gav biavêje” wê di 15’ê Tîrmehê de saet di 16:30’an de li ber avahiya BDP'ê ya li navenda Beşocak meşeke girseyî pêk bînin. Bayrak herî dawî bang li gel kir ku beşdarî meşê bibin.