‘Rêxistin, têkoşîn û hişmendî’
‘Rêxistin, têkoşîn û hişmendî’
‘Rêxistin, têkoşîn û hişmendî’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Zîlar Sterk diyar kir ku AKP li ser beden û nasnameya jinê teşeyek nû daye civakê û jinan jî li dijî vê dagirkeriya îdeolojîk ji ‘hişmendî, rêxistinûn û têkoşînê’ wêdetir riyek din nedîtine. Sterk diyar kirin ku komunên jinan dê di têkoşîna azadiya jinê de amûrek girîng be.
Hikûmet AKP’ê û Erdogan di 2013’an de jî êrîşên li hemberî jinan domand. Li aliyekê bi rola ‘hevsera baş, dayika baş’ heps kir û li aliyê din jî keda jinê mêtînger kir û xebata malê ferz kir. Îtîrazên jinan yên li dijî polîtîkayên AKP’ê jî berdewa kir. Endama Koordînasya PAJK’ê Zîlar Sterk li Qadên Parastina Medya pirsên ANF’ê bersivand.
Stêrk da zanîn ku AKP’ê 12 salan siyaseta xwe li ser bedena jinê da runiştandin û got: “Mînak siyaseta turbanê. Bê guman ev di alî îslamî, jin û baweriyan de mafeke. Em jî wisa difikirin. Lê AKP’ê cuda dest girt; ev ji bo desthilatdariya xwe bi awayekî modern bide runiştandin pêk aniye. Turban xistiye wek sîmgeya xwe. AKP’ê bi turbana jinên li aliyê xwe di nava hewldanan de bû. Bi vê jî jin bikaranî. Bi vê yekê jin dikare bêje ez serê xwe digirim, lê piştî bikeve nava partiyê ev rewşê derdixe asta baweriyê. Turban ji aliyê AKP’ê hat siyasîkirin. Her wiha hinek amûrên din yên siyasî ev şopand. Di siyasetê de jin çend zarokan dê bîne, temenê zewaca wê çibe û jiyana wê ya taybet cih girt. Her wiha jin dê çawa tevli jiyanê bibe jî hat bi teşekirin. Di polîtîkayên perwerdehiyê yên avêtiye de jî pêngavên ku bandorê li ser jinê dike avêt.”
Stêrk da zanîn ku AKP di xeta muhafazakariyê de ye û muhafazakarî jî şeklekî siyasetê, şeklekî jiyanê ye û got: “AKP’ê ew terza jiyanê, xeta xwe ya muhafazakariyê li ser jinê bi teşe kiriye. Di esasê de siyasteke pir cidî û pir kur dimeşîne. Partiyeke pir hesabdare. Siyasete serdest ya mêr dimeşîne.
AKP ZAYENDPERESTIYÊ FERZ DIKE
Stêrk wiha got: “Xeta Erdogan qebûlên civaka zayendî û redê wê xwedî dike. Ji ber vê jî muhafazakarî ji xwe ji vir tê. Ji vir teşwîq dike. Ji bo ku têkoşîna tevgera jinan a Tirkiyeyê Kurditanê paşve bixîne polîtîkayeke ku tevgera jinan sînor dike dişopîne. Tevgera jinê, rêxistinê jinan jib o ku jinan bikişîne nava azadiyê û nûbûnekê di nava şerekî mezin de ye. Lê AKP’ê li dijî vê xwe amade kiriye.
AKP HEWL DIDE JI DILÊ ME DE LÊXE
Stêrk di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî siyaseta xwe kar dike. Têkoşîna jinên kurd li hemû cîhanê dibe çavkaniya îlhamê. Jin bi vê hêzê qezenc dikin. Tevgera jinên kurd bi artêş, partî û tevgera xwe azadiyê diafirîne. Dibe ku kêmasî hebin. Lê li Rojhilata Navîn tevgereke bi vî rengî tune. Ji ber rola tevgera azadiyê ya jina kurd girînge û ev jî nayê hesabê AKP’ê. Tevgera kurd bi destê jinê girtiye û berbi azadiyê ve kişandiye. AKP jî ji vê tirsiyaye û li dijî tevgera kurd ketiye nava têkşînê. Polîtîkayên Erdogan û Fatma Şahînê jinan azad nake. Zêdetir berbi koletiyê ve dibe, heps dike. Wek mînak Erdogan li Amedê 400 jin û mehr jê re birîn. Ew jin li şûna ku li ser masaye mehrê runin, dikaribûn li kolanan di nava têkoşînê de cih bigirin. AKP di vê mijarê de siyaseta taybet dimeşîne. Yanî ji dilê me lêxistin.
Em her ku jinan berbi şoreşê ve dikişînin, ew jî şoreşa dij bi hêz dike. Serkeftinek heye. AKP di vê mijarê de bi pisporî dixebite. Mînak; di parlamentoyê de çend parlamenterên jin serê xwe girtin û wekê ku tobe kirine derketin pêş. Ev jî serkeftina AKP’ê dikare bê hesibandin. Her wiha dîsa li Amedê 400 jin mehra wan hate birîn ev jî ji bo wan serkeftineke.
Ji ber vê divê saziyên jinan yên Kurdistanê divê bi lez û bez tevbigerin. Divê bikevin jiyan, cihana jinan. Xuyaya ku jin bi saziyên jinan re ne di têkiliyê de ne. Ger hinek azadî hîs kiribana dê neçûna merasîma mehrê. Lê rastiyek wisa ye. Ev serkeftin û têkçûnê wêdetir; em di civakake ku rol û kalibên zayenda civakî serdeste dijîn. Em di civakek wisa de têkoşînê dimeşînin. AKP li ser zemînek wisa siyasetê dmeşîne.”
Stêrk balkişand ser pakêta ku hikûmetê der barê îstîhdama jinê de derxistibû û wiha pê de çû: “Em naveroka hemû partiyê dizanin û me ji çapemeniyê jî şopandin. AKP li aliyekê siyaseteke muhafazakar dimeşîne, lê li aliyê din jî ji nîmetên cîhana modern fêdeyê digire. AKP’ê ev her du xet kirin yek. Hedefa her duyan jî eve ku pergala kapîtalîst li ser piyan bigire. Polîtîkayeke modernîze dişopîne. Ji keda jinê heta dawiyê fêdeyê digire, jinê wek hêza kar a erzan dibîne û li derve jî keda jinê heta dawî mêtînger dike. Ger hun jinek kewanîbin, wê demê hun tên heba kirin. Ger hun li derve bixebitin wê demê keda we nayêdîtin. AKP jinê hem hêza kar a erzan dibîne û hem li derve dide xebitandin û dema tê malê jî rola dayikê didê. Her wiha çend zarokan pê didin çêkirin. Bi vê dibêje ku; tu dikarî li derve bixebitî, lê piştî tu vegeriya mala xwe tuyê xizmeta mêr û zarokên xwe bikî.
HIŞMENDÎ TÊKOŞÎN Û RÊXISTINBÛN
Rêbaza herî sereke ya vê ji holê rabike, rêxistin û têkoşîna jinaye. Ger jin di vê mijarê de bibe xwedî hişmend, ew hişmendî dê êdî desturê nede hun li wê nokteyê bimînin. Bi qasî hişmendiyê, têkoşîn û lêpirsîn jî dset pê dike. Hunê bikevin nava lêgerîna nûbûnê. Ji bo vê divê xwe bigihinînn jinan û di vî alî de faliyet bên meşandin. Dikare akademiyên azadiya jinê, malên azadiya jinê bên avakirin. Ev cih ne tenê ji bo derd guhdarî kirinê, divê bibe cihê çareserkirina pirsgirêkan. Divê komunînên jinan jî bên avakirin. Divê hinek ji van komunînan re pêşengiyê bike. Sazî û tevgerên femînîst yên jinan hene. Li Kurdistanê rêxistinên jinan hene. Mînak komuneke jinan ya ji jinên taxekê pêk tên dikare bên cem hev. 50 jin dikare pirsgirêkên xwe nîqaş bikin, rojeva xwe ava bikin. Li gorî vê çareseriyan pêk bînin. Ji bo çareserkirinê jî dikare kar bê parvekirin û komîsyon bên avakirin.
DIVÊ JIN DI PÊVAJOYÊ DE AKTÎF BIN
Em çareseriya pirsgirêka kurd li perspektîfa netew demokratîkbûn û xweseriya demokratîk didin runiştandin. Dema mirov li vir dinêrin rola jinan ya di vir de gelek girînge. Çima? Ji ber ku di vê pirsgirêkê de kesên ku herî zêde canê wan şewitiye jinin. Yên ku herî zêde êş kişandin jinin. Ev rol û mîsyoneke xwezayiye. Ji her kesî zêdetir divê jin ji bo pêvajoyê di nava hewldanan de be.
AKP KURDAN MIJUL DIKE
Stêrk di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di çarçoveya muzakereyê de heyeta aqilmendan hat avakirin. Hinek alî hatin rêxistin kirin. Yên ku hikûmetê avakirin jin têde tuenbûn. Me rexne kir. Cih nedan jinan. Ji xwe hikûmet niyeta wê ya çareseriyê nîne. Samimiyeta xwe nişan da. Yanî AKP’ê kurd mijul kir.li pêş me hilbijartinênherêmî, giştî û serokomartiyê hene. AKP’ê dest ji berjwendiyên xwe berneda û çareseriyeke neda pêş xwe. Ger niyeta wî hebûya dê ji zû de nîşan bida. Ji Newrozê heta niha zemîn hatibû avakirin. Lê mixabin di çareseriya pirsgirêkê de ne samimiye.”