Greva birçîbûnê ya 4 aktîvîstên Kurd ên li paytexta Elmanya Berlînê didome. Cemal Kobanê, Omer Bagdûr, Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi biryardarî li ber xwe didin. Serdanên ji bo çalakgeran jî didomin.
Herî dawî dîroknasê Elman Dr. Nick Brauns, rojnamevan Alexander Gorski û parêzvana mafên mirovan a Îtalyayî Sveva Heartler serdana çalakgeran kirin. Dr. Brauns, Gorski û Heartler diyar kirin ku ew piştgiriyê didin berxwedana li dijî tecrîdê û bi çalakgeran re sohbet kirin.
'DAXWAZA WE REWA Û MAFDAR E'
Berxwedêrên greva birçîbûnê jî spasiya her sê rewşenbîran kirin ku hatin serdana wan û diyar kirin, piştgiriya wan watedar e. Çalakgeran bi taybetî ji raya giştî ya Elman û Ewropayê xwestin ku hîn bêhtir xwedî li berxwedana li dijî tecrîdê derkevin.
Dr. Brauns bi navê heyetê axivî û anî ziman, wan heta niha nekarîne bi têrkerî dengê çalakgeran bidin bihîstin û dixwazin di vê mijarê de rexnedayina xwe bidin. Dr. Brauns destnîşan kir, ji bo çapemeniya Elman, Îtalya bi giştî Ewropayê cihekî berfireh bide vê çalakiya bi daxwaza mafdar û rewa, wê hewl bidin.
Dr. Brauns got, "Ne tenê li medyayê, em ê li kolan û meydanan jî bi hevrêyên xwe yên Kurd re hewl bidin hîn bêhtir dengê we bidin bihîstin. Armanca me ew e ku raya giştî guh bide vî dengî û dawî li tecrîdê bê anîn."
Endamên heyetê di dawiya serdanê de ji çalakgeran re strana 'Çav Bella' gotin. Cemal Kobanê û Omer Bagdûr 92 roj, Mele Mûstafa Tûzak 108 roj, Şiyar Xelîl jî 95 roj in di greva birçîbûnê de ne.