Rewşenbîrê Kurd Cemal Nebez rehmet kir

Rewşenbîr û nivîskarê Kurd Prof. Dr. Cemal Nebez ji ber nexweşiyeke giran li Elmanyayê rehmet kir.

Profesor Dr. Cemal Nebez ku yek ji damezirênerê "Komeleya Azadî û Vejîn û Wekheviya Kurd Kajîk' bû. Nebez di 85 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran îro li Berlîna Elmanyayê rehmet kir.

Profesor Dr. Cemal Nebez ji sala 1962'an ve li Elmanya dijiya. Heta niha bi dehan pirtûk û nivîsên zanistî û siyasî nivîsandine.

Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933'an de li bajarê Silêmaniyê ji dayik bûbû. Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina îslamî; felsefe, psîkolojî, fizîk û bîrkarî jî xwend. Her wiha li Ewropayê, Yekîtiya Neteweyî ya Xwendekarên Kurd (Nukse) damezirand.

Profesor Dr. Cemal Nebez nêzî mehekê bû li nexweşxaneyeke Berlîna Elmanyayê dihate tedawîkirin. Nebez îro li nexweşxaneyê rehmet kir.