Rewşenbîr û nivîskar çûn serdana HDP'ê

Rewşenbîrên ku serdana HDP'ê kirin, gotin demokrasiyeke bêyî HDP'ê ne pêkan e.

Rewşenbîr û nivîskaran li Meclîsê serdana Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî û şandeya li gel kirin. Di hevdîtinê de ya li hêwana civînê ya koma Meclîsê ya HDP'ê, Riza Turmen, Gencay Gursoy, Baskin Oran, Nesteren Davutoglu, Osman Gurhan Ertur, Servet Demîr, Tahsîn Yeşîldere, Fîkret Başkaya û Saît Çetînoglu hazir bûn, her wiha ji HDP'ê jî Temellî, Ayhan Bîlgen û Berdevkê HDP'ê Sarûhan Olûç hazir bûn.

Piştî hevdîtina saetekê, ku ji çapemeniyê re girtîbû, daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê hate dayin.

TEMELLÎ: TIRKIYE DIQULIBE SER REJÎMEKE DÎKTATORÎ

Temellî got, ''Îro Tirkiye ber bi rejîmeke dîktatorî ve diqulibe. Mirov nikare ji bo Tirkiyê behsa dewleta hiqûqê, daraza serbixwe bike. Her ku diçe em dibînin ku jiyana demokratîk hildiweşe. Ji bo azadbûn, demokratîkbûna Tirkiyê divê em çi bikin, gotebêj dikin. Îro jî bi mamosteyên me re, ku hatin serdana me, em li ser vê mijarê axivîn.''
Temellî her wiha got ji bo şer, tecrîd bi dawî bibe divê hemû derdor a xwe bikin yek.

ORAN: DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê

Prof. Baskin Oran jî got, ''31'ê Adarê divê mirov sinyalan bide ku êdî rêveberiya yek zilamî wê nikaribe bidome. Ji bo vê jî divê rasterast mirov destekê bide HDP'ê. Li rojava jî (Tirkiyê) divê dengên HDP'ê ziyan nebin. Ez dibînim ku HDP hesabekî pir rasyonel ê arîtmatîk dike û wê bike. Ez bi hêvî ji civînê vediqetim, ji bo Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê. Ez ji bo helwesta rasyonel a HDP'ê, ji dil wê pîroz dikim.''

TURMEN: BÊYÎ HDP'Ê DEMOKRASÎ NABE
Wekîlê berê yê CHP'ê û dadgerê berê yê DMME'yê Rizar Turmen jî got, ''Li Tirkiyê divê hûn têkoşîna demokrasiyê bidin. Li dijî rêveberiya otorîter û totalîter bêyî HDP'ê hûn nikarin têkoşîna demokrasiyê bidin. HDP girêkeke girîng a wê tora wê têkoşînê ye ku tê danîn. Hebûna HDP'ê ya di nav siyasetê de, bi karîgeriya têkoşîna demokratîk re ji nêz ve têkildar e. Êdî hatiye fêhmkirin ku di hilbijartinên xwecih de girîng e ku mirov bi hev re tevbigere. Hilbijartinên xwecih ji bo ku bibe destpêka dawîbûna rejîma otorîter û totalîter a li Tirkiyê pêdivî bi yekîtiyekê heye ku HDP'ê jî di nav de be.''