Rewşa nexweşên li girtîgeha Bafrayê giran e

Girtiyên li girtîgeha Tîpa T a Bafrayê, ji ÎHD'ê re nameyek şandin û şert û mercên xirab û rewşa girtiyên nexweş ragihandin.

Girtiyên li girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsûnê tên ragirtin, ji bo balê bikişînin li ser şert û mercên xirab ên girtîgehê û rewşa giran a hevalên xwe yên nexweş, nameyek şandin şaxa ÎHD’ê ya Wanê. Di nameya ku li ser navê 59 girtiyan hatî şandin de,  hate diyarkirin ku şert û mercên wan ji yê girtiyên din ên li girtîgehên tevahiya Tirkiyê cudartir nîn e û gotin ku 59 kes di 4 jûran de tên hiştin.

Di nameyê de hat ragihandin ku gelek hevalên wan ên nexweşên giran hene lê tedawiya wan nayê kirin, an jî bi hincetên cur bi cur tê astengkirin.

Dîsa di nameyê de rewşa gelek nexweşên giran hat ragihandin û ji bo bihistiyariyê bang li derdor û kesên pêwendîdar hat kirin.