Rewşa Mandela hêj di xetereyê de ye

Rewşa Mandela hêj di xetereyê de ye

Rewşa tenduristiya Rêberê Başûrê Kurdistanê Nelson Mandela hêj di xetereyê de ye. Ev du roje rewşa wî krîtîke û ji bo Mandela li ber nexweşxaneyê bi hezaran kes dua dikin.

Zarok û neviyên wî civîneke konseya malbatî pêk anîn û jî bi sermetranê Cap re ji bo Mandela rojên xwe yên dawî di nava aştî û huzurê de derbas bike dua kirin.

Mandela kul i paytexta Başûrê Afrîkayê Pretorîa ev du hefteya li nexweşxaneyê dimîne, ev du rojên dawî ye rewşa wî krîtîke.

Mandela ku ji ber nexweşiya pişikê her tim diçû nexweşdaneyê di 8’ê hezîranê rakiribûn nexweşxaneyê. Girseya li baxçeyê nexweşxaneyê ye kevokan difirînin û sirûd tên xwendin.

Roja sêşemê jî keça Mandela, Makazîvî konseyeke malbatî ya ji zarok û neviyên wî pêk dihat, lidarxist.civîn li gundê Qunun li mala wî hat lidarxistin.

Serdanên bo wî jî didome. Tê payîn ku dê serokwezîrê DYA’yê Barack Obama jî biçe serdana wî.