Rewşa hiqûqa li Tirkiyeyê: Her sal xwezî li par

Parêzer Several Ballikaya, serdema 2017-2018'an a Edlî nirxand û got, "Me saleke ku zext û zordarî lê giran bû li pey xwe hişt."

Dadgehên li Tirkiyeyê wê 20'ê Tîrmehê dest bi betlaneya edlî bikin û betlane wê 31'ê Tebaxê biqede. Dadgehên Tirk di nava şert û mercên Rewşa Awarte de mohra xwe danîn binê gelek biryarên nehiqûqî. Ji parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz Several Ballikaya, karnameya salekê ya hiqûqa Tirkiyeyê nirxand.

Ballikaya got, "Bûyerên kiryarên xerab û êşkenceya di dema destgîrkirî de zêde bûn. Astengiyên ne hiqûqî, ne heq û kêfî yên li girtîgehan û ikryarên nebaş jî li vê zêde bûn. Her sal xweziya xwe li par tîne."

Ballikaya destnîşan kir ku sala edlî ya 2017-2018'an ji aliyê normên bingehîn û destketiyên hiqûqî, mafê parastinê, rewş û serxwebûna saziyên dadgeriyê, mafên bersûc û gumanbar û mafên parêzeran ve gelek bûyerên neyînî qewimîn. Ballikaya işaret bi şert û mercên rewşa awarte kir û anî ziman ku bi rêya gelek biryarnameyên di hukmê qanûnan de, mafên bingehîn hatin betalkirin.

Ballikaya bal kişand ser guhertinên di mijarê; destgîrkirin, lêgerîn, mafên azadî û ewlekariyê de hatin kirin û got, bi berfirehkirina erkên hêzên ewlekariyê re erka di destê dadgeriyê de bû radestî hêzên ewlekariyê hatiye kirin. Ballikaya destnîşan kir ku derfetên dadgeriyê yê kontrolkirinê jî hatine kêmkirin.

Ballikaya got, gelekî girîng e ku sazî û endamên dadgeriyê bi rengekî serbixwe û bê alî kar bikin û diyar kir, ji ber ku serxwebûn û bêalîtiya dadgeriyê ji holê hate rakirin û endamên dadgeriyê jî weke endamên desthilatdariyê biryar dan, bersiv ji bendewariyên edalet û azadiyê re nehatiye dayin.

Ballikaya binpêkirina mafên parêzran jî bbîr xist û got, "Dema ku her saleke edlî diqede, em bi hêviya ku guhertineke erênî bê kirin dest bi betlaneyê dikin. Mixabin her sal ji ya beriya xwe xerabtir dest pê dike. Ji bo rewşeke azad û demokratîk me heta niha nekarîne dest bi destpêkeke bi hêvî bikin. Her sal xweziya xwe li par tîne."