Rewşa girtiyên nexweş Akay giran e

Insîyatîva Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî bal kişande ser Soydan Akay ku pençeşêra prostatê û hepatîtê pê re heye û got, ''divê înfaza wî were taloqkirin.''

Insîyatîva Ji bo Girtiyên Nexweş Azadî bi vîdeoyekê bal kişande ser rewşa girtiyê nexweş Soydan Akay, ku li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Nimro 9 a Silivrî girtî ye.

Di vîdeoyê de hate gotin Akay 46 salî ye, ev 27 sal in girtî ye, li gel hapatî-B û romantîzmaya movikan, 2018'an teşhîsa pençeşêrê ya prostatê li ser hatiye danîn, ji ber tedawiyê pergala xweragiriyê ya Akay qels bûye, spazma dil lê çêbûye.

Dawiyê hate xwestin ku înfaza Akay demildest were taloqkirin.