Rewşa girtiyê nexweş Sabrî Kaya giran dibe
Komîsyona Girtiyan a ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya li Qada Galatasarayê de bal kişand li ser rewşa giran a girtiyê nexweş ê bi navê Sabrî Kaya.
Komîsyona Girtiyan a ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya li Qada Galatasarayê de bal kişand li ser rewşa giran a girtiyê nexweş ê bi navê Sabrî Kaya.
Komîsyona Girtiyan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş mîna her hefteyê, vê hefteyê jî “Rûniştina F” a 327’emîn li Qada Galatasarayê li dar xist. Di çalakiyê de pankartên “Bila Sabrî Kaya bê berdan”, “Tecrît dikuje û piştevanî dide jiyîn” û “Dermankirin maf e, nayê asten kirin” vekirin û dirûşmeyên “Ji êşkenceya tazî re êdî bes e” û “Ji Rewşa Awarte re êdî bes e” berz kirin.
‘NAYÊ TEDAWÎKIRIN, GIHIŞTINA DERMANAN JÎ ASTENG DIKIN’
Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn, di çalakiyê de bal kişand ser rewşa Sabrî Kaya yê bi nexweşîna dil a kronîk û wiha axivî: “Girtiyên nexweşîna giran nayên dermankirin. Bi vê yekê dermanên wan jî nayên dayîn. Rewşa girtiyê nexweşîna dil ê kronîk û ji sedî 24 fonksiyonên dilê wî dixebite Sabrî Kaya ne baş e. Sabrî Kaya nayê tedawîkirin û gihiştina dermanan a ji bo wî jî tê astengkirin. Kaya di sala 2010’an de li navçeya Ceyhan a Edeneyê hat destgîrkirin û piştre hate girtin. Kaya sê salan li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê hat girtin û cezayê muebetê li wî hat birîn. Kaya 8 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Osmaniyê dimîne.”
Bekîn, da zanîn ku Kaya 55 salî ye û wiha bilêv kir: “Kaya berî bê girtin, nexweşiya dil pê re hebû. Piştî ket girtîgehê rewşa wî girantir bû û nexweşiya wî pêş de çû. Kaya di girtîgehê de du caran ji dilê xwe hat emeliyat kirin. Bijîşkên Kaya emeliyat kirin, gotin ku divê ‘pîlan li dilê’ Kaya bixin. Riska ku carek din Kaya bê emeliyat kirin heye. Derfetên girtîgehê vê rîskê zêdetir dikin. Divê nexweş tim di bin çavdêriyê de be. Lê mehê carekê Kaya di rîngê de dibin nexweşxaneyê.”
‘RAPORA DESTEYA TENDURISITYÊ ATK’Ê ASTENG KIR’
Bekîn, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ligel nexweşiya dil, nexweşiyên cîdî yên Kaya hene. Kaya di sala 2013’an de gava destpêkê hat emeliyatkirin ji bo sê mehan înfaza wî rawestandin, lê tenê 2 mehan karî ligel malbata xwe bê dermankirin. Kaya dûre birin girtîgehê û ligel ku rapora wî ya Lijneya Tenduristiyê hebû jî, Desteya Tipa Edlî (ATK) di sala 2016’an de daxwaza berdana Kaya red kir.”