Rewşa du birîndaran giran e

Rewşa du birîndaran giran e

Rewşa du kesên ku di dema berxwedana Parqa Gezî de li Stenbol û Enqerê ji ber polêsan ve birîndar bûn, giran e.

Li taxa Kûrtûlûş a Enqerê, di xwepêşandana çend roj berê de bombeyeke gazê ya polêsan li serê Dîlan Dûrsûn a 20 salî ket. Ji ber vê tasa serê Dîlan eciqî û xeteriya jiyana wê hînê dewam dike. Doktoran dan xuyakirin ku ji ber rewş ciddiyê, wan Dîlan heta niha hişyar nekirine.

Bavê Dîlan Kamîl Dûrsûn jî diyar kir, ku polêsan ji nêz ve gule berdane keça wî û got, "Niha di servîsa lezgîn de ye. Jiyana wê di xeteriyê de ye. Ji ber êşên giran û rewşa wê ya krîtîk, nayê hişyarkirin. Ji bo destlêwerdana duyemîn, divê keça min li ber xwe bide."

Li Okmeydani ya Stenbolê jî rewşa Berkîn Elvan a 14 salî ya ji ber bombeya gazê ya polêsan xwîn rijiya ser mejiyê wê, giran e. Elvan du caran operasyona mejî derbas kir û hînê di servîsa lezgîn de razaye. Parêzera Elvan Evrîm Denîz Karatana da xuyakirin ku ewê îro giliyê berpirsyaran bikin. Karatana diyar kir ku ewê ji dozger jî bixwaze, ku dîmênên MOBESE yên li qadê kontrol bike.