Rewşa Dîlan hîn jî xeter e
Rewşa Dîlan hîn jî xeter e
Rewşa Dîlan hîn jî xeter e
Rewşa xwendekara zanîngehê Dîlan Dursun a di êrîşa polîsan de bi bombeya gazê ji serê xwe birîndar bû hîn jî xeter e û tê gotin ku di serê wê de parçe heye.
Der barê rewşa Dîlan Dursun a xwendekara Zanîngeha Hacettepe ye û her wiha endama Kolektîfên Xwendaran e hat gotin ku rewşa wê ji duh baştir e. Dîlan, dema polîsan êrîşî merasîma cenazeyê Ethem Sarisuluk ê di çalakiyên Enqereyê yên ji bo Parka Gezî de dihatin lidarxistin de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di encama ku kapsula bombeya gazê li serê wê ket bi giranî birîndar bibû.
Doktoran di dema serdanên ji bo Dîlan de gotin ku di serê Dîlan de rastî parçeyekî hatine; lê belê ji bo ne beşa wan a pisporiyê ye nizanin ew parçe çi ye.