Rêveberiya Xweser beriya Cenevre-2 tê îlankirin
Rêveberiya Xweser beriya Cenevre-2 tê îlankirin
Rêveberiya Xweser beriya Cenevre-2 tê îlankirin
Endamê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî ya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê Dr. Ebdulkerîm Umer diyar kir wê di nava hefteyekê yan jî deh rojan de Meclîsa Çêkirina Qanûnan bicive û xebatên îlankirina rêveberiyê binirxîne. Dr. Umer anî ziman ku wê rêveberî beriya civîna Cenevre-2 bê îlankirin.
Endamê Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan Dr. Ebdulkerîm Umer der barê xebatên îlankirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku li ser esasê amadekirina qanûna hilbijartinan, hevpeymana civakî û rengê rêveberiyê dom dikin de agahî da ANHA’yê.
Dr. Ebdulkerîm Umer destnîşankir ku xebatên wan bi awayekî lez berdewam dikin û xebatên “qanûna hilbijartinan, hevpeymana civakî û rengê rêveberiyê” ku ji aliyê Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tên meşandin, gihîştine qonaxa dawiyê.
Umer diyar kir ku piştî van xebatan wê Desteya Pêkanîna Projeyê banga civînê li Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Demî bike. Umer anî ziman ku di nava hefteyek an jî deh rojan de meclîs wê civîna xwe lidar bixe û pêşniyarên Desteya Pêkanîna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk binirxîne.
Umer da zanîn ku di civîna buhirî ya meclîsê de biryar hatibû girtin ku Rêveberiya Xweser beriya civîna Cenevre-2 bê îlankirin, lewre di vê civînê de îhtimal heye ku li ser vî esasî rêveberî bê îlankirin û wiha dom kir: “Daxwaza gelê herêmê ew e ku rêveberî beriya civîna Cenevre-2 bê damezrandin. Ev biryara meclîsê jî berê hebû . Ji bo vê pêwîste Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a demî di demek kurt de, yanî beriya Cenevre- 2 bê damezrandin.”
‘JI BO BEŞDARIYA LI RÊVEBERIYÊ GELEK SERLÊDAN HENE’
Dr. Umer diyar kir armanca wan ew e ku hemû pêkhatiyên herêmê di nava rêveberiyê de cihê xwe bigirin û di vê çarçoveyê de gelek xebat hatine meşandin. Umer got ku ji bo tevlêbûna rêveberiyê gelek serlêdan hene û wiha dom kir: “Wê hin rêxistinên weke Tevgera Civaka Sivîl a Xiristiyan, Tevgera Ciwanên Sûriya ya Dayîk û Partiya Asûriyan wê serlêdan bikin. Me weke Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan hin ji van serlêdanan nirxandine û erê kirin, lê yê din emê di rojên pêş de binirxînin.”
Umer anî ziman ku divê hemû rêxistin an jî partî yên dixwazin di nava rêveberiyê de cih bigirin berî kombûna Meclîsa Çêkirina Qanûnan serlêdanê bikin da ku ew jî di nava biryaran de xwedî gotin bin û wiha domand: “Eger meclîs pêşniyarên desteyê erê bike, wê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Demî bê damezrandin û ji bo hilbijartinan xebat bên destpêkirin. Armanca me ew e ku beriya 6 mehan rêveberiya mayînde bê avakirin.”