Rêveberiya herêmî û demokratîkbûyîn tê nîqaşkirin

Rêveberiya herêmî û demokratîkbûyîn tê nîqaşkirin

Doç. Dr. Ayten Alkan di Konferansa Rêveberiya Herêmî ya ji aliyê HDK û HDP’ê ve hate organîzekirin de axivî û balkişande ser nûnertiya jinê. Ji Zanîngeha Sabanci jî Dr. Umît Şahîn jî  xwest polîtîka ji “nava gel û jiyanê” bêne diyarkirin.

“Konferansa Rêveberiya Herêmî ya ber bi Hilbijartinên Herêmî ên 2014’an ve” ya ji aliyê HDK û HDP’ê ve hatî organîzekirin didome.

Di konferansa bisernavê “Rêveberiya Herêmî û demokratîkbûyînê” di rûniştina duwemîn de ji Fakulteya Zanînên Siyasî endama Hîndekar Doç. Dr. Ayten Alkan,  Planvanê Bajar Îkbal Polat û Dr. Umît Şahîn weke axaftin van tevlîbûn.

Ayten Alkan li ser “rêveberiya herêmî û zayendî” axivî. Alkan anî ziman ku, sê karên bingehîn ên danasîna rêveberiya herêmî hene, ev weke “nûnerî, tevlîbûn û xizmeta herêmî” aşkera kir.

Alkan bibîrxist ku, ji sala 1930’an ve jin di rêveberiyên herêmî de têne hilbijarin, cara yekem li Artvînê li bajarokê Yûsûfelî jinek weke şaredar hate hilbijartin.

Li gorî encamên hilbijartinên 2009’a, 27 jinan şaredarî kir û Alkan anî ziman ku, herî zêde jin di meclisên bajar û endamên meclisa şaredariyan de cih girtin. Alkan da zanîn ku, herî zêde şaredarên jin di BDP’ê de hene.

Alkan diyarkir ku, li Tirkiyeyê sererastkirin û muwzûat ji bo jinan pir kême.

Alkan balkişande ser komkujiyên jinan û destnîşankir ku, di binya Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ya Tirk de bikapasîteya 593, 27 stargeh hene, di binya şaredariyan de jî 19 stargeh hene. Alkan aşkera kir ku li Swêda ku nîvê şêniya Stenbolê ye 160, Holandaya şêniya wê 16 milyone zêdetirî 100 stargeh hene.

Alkan destnîşan kir ku, bajar ne li gorî pêwîstiyên jiyana jinê hatine çêkirin.

NÎLUFERÊ EZMÛNÊN XWE ÊN MECLISA BAJAR PARVE KIRIN

Planvanê Bajaran Îkbal Polat ezmûnên xwe ên li Meclisa Bajar ya Şaredariya Nîlufera Bûrsayê vegotin.

Polat anî ziman ku, ji ber pêwîstiyên rêvebirinaherêm û taxan, di sala 2009’an de li 42 taxan komîsyona hatin avakirin, muxtar, rêveberên kûlîbên spor, rêveberên mizgeftan, nûnerên dezgehên civaka sivîl, her wiha civînên mehane ya meclisa hilbijêran dihate kirin, biryarên ku digirtin ji şaredariyê re radigihandin û diyarkir ku, şaredarî neçare van biryaran berçav bigire. Bi vê rêxistinbûnê kedkarên taxê jî di rêveberiya şaredariyê de dibûn xwedî gotin.

‘PÊWÎSTE JI NAVA GEL Û JIYANÊ POLÎTÎKAYAN DIYAR BIKIN’

Ji Zanîngeha Sabanci Dr. Umît Şahîn di derbarê mijara “têgeha rêveberiya herêmî ya kesk û dê çawa çêbibe” axivî.

Şahîn da diyarkirin ku, AKP’eya ku di berxwedana Gezî de îtîbara wê têkçû, dê hewil bide di pêvajoya hilbijartinê de sererast bike û got: “Hilbijartina herêmî, ji bo vegerîne hilbijartina herêmê, hem di aliyê polîtîk û hem jî di aliyê jiyanî de girînge. Pêwîste em xwedî li aliyê demokrasî û ekolojî ê berxwedana Gezî derbikevin û hilbijartinên herêmî vegerînin hilbijartina herêmê.”

Şahîn destnîşan kir ku, “bajarîbûyîn” mijarek ya berxwedanê ye û da diyarkirin ku, dê biberxwedanê bikarin qezenc bikin û got: “Bi berxwedanê naçin hilbijartinê. Berxwedan li hemberî desthilatdariyê çêdibe, lê belê hilbijartin tişteke bi gel re dikarin bikin.”

Şahîn bersiva pirsa “Pêwîste em çi bikin jî” wiha da: “Pêwîste xebatek berfireh bê kirin, divê ji bo mijarên ragihandin û qadên kesk jî mînakek zelal bêderxistin. Pêwîste krîterên keskahiya bajar û aramiya bajar bên berçav girtin û polîtîka bêne diyarkirin. Pêwîste ji nava gel û jiyanê polîtîka bêne diyarkirin, bi wî awayî em biçin hilbijartinên herêmî.”