Rêveberiya Girtîgehê dest datîne ser nameyên ji bo rojnamevanan
Rêveberiya Girtîgehê dest datîne ser nameyên ji bo rojnamevanan
Rêveberiya Girtîgehê dest datîne ser nameyên ji bo rojnamevanan
Derket holê ku nameyên girtiyên li Girtîgeha Kandira Tîpa F der barê binpêkirinên mafan û dozên tên darizandin de ji rojnamevanan re dişînin bi sedema “bifikar e” ne nayên şandin.
Li Girtîgeha Kandira ya Tîpa F rêveberiya girtîgehê bi sedema “bifikar e” nameyên ku girtî binpêkirinên mafan û dozên jê tên darizandin ji rojnamevanan re dişînin nayên şandin. Di nameya ku girtiyê siyasi Cîhan Kîrsîz ji ANF’ê re şand, zexta li ser girtiyan nîşan dide.
Kîrsîz, di nameya xwe de rêveberiya girtîgehê nameyên ku kesên girtî ji kîjan rojnamevan re şandiye hatine astengkirin yek bi yek rêz dike.
Kîrsîz binpêkirinên mafan ên pêre rû bi rû dimînin jî ku radigihîne, diyar kir ku bi giştînameya sala 2007’an a Wezareta Edaletê re tevî ku her hefte her girtiyek dikare bi 10 kesan re 10 saetan sohbetê bike jî ev mafê wan tê binpêkirin, girtî di hefteyekê de tenê dikarin du saet û nîvan sohbetê bikin.
Kîrsîz da xuyakirin ku mafê weşanan jî tê xesbkirin û got ku ji bo abonetiya kovarên wek Milliyet Sanat, Leman, Penguen, Uykusuz bersivê jî nadin. Kîrsîz her wiha da xuyakirin ku rêveberiya girtîgehê destûr nade girtî ÎMC, Sokak Tv, Halk-TV, Sokak Tv û Arti-1 temaşe bikin.