Şîfreyên qetlîama Parîsê ronî dibin

Ligel ku pênc sal ji ser qetlîama li Parîsê derbas dibe ya ku 3 jinên Kurd ên şoreşger hatibûn qetilkirin, hê jî edalet pêk nehatiye.

Pênc sal in lêgerîna edaletê didome. Di van pênc salan de gelek agahî derketin holê. Berê hemûyan jî li Enqereyê ye. Her agahiya ku derdikeve holê ya din piştrast dike û temam dikir. Agahiyên ku pênc sal berê derketin holê jî, rola MÎT’ê eşkeretir kir.

Berê jî rola îstîxbarata Tirk hatibû tespîtkirin û di îddînameyê de hatibû bicihkirin. Lê doz bi encam nebû. Qatil Omer Guney hefteyek beriya ku doz dest pê bike ji nişka ve mir. Doz bi awayê fîîlî sekinî lê lêgerîna edaletê neqediya.

Her tişt pênc sal berê dest pê kir. Bêguman beriya wê jî heye. Sûîkast û komplo ji zû ve plana wê dihat kirin.

Damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez di 9’ê Çileya 2013’an de li navenda Parîsê bi sê guleyan hatin qetilkirin.

Bersûc Omer Guney piştî heşt rojan hate girtin. Li gorî wî cinayeta ku wî pêk anîbû, bêqisûr bû. Lê qeydên kamerayê, şopên li ser cil û bergên wî û îfadeyên wî yên tevlihev ew da dest.

Qetlîam piştî çend rojan dema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hewldana destpêkirian pêvajoya aştî û diyalogê de bû, hate kirin. Pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê dihat destpêkirin. Beriya wê jî hevdîtinên Osloyê hebû.

Di 3’ê Çileya 2013’an de cara pêşîn heyeteke sivîl diçû Îmraliyê. Piştî wê 6 rojan êrîşa li Parîsê hate kirin. Sûîkastvan ji MÎT’ê re dixebitî. Têtikkêş bû û tekane kes bû yê ku hatibû girtin. Hemû şopên li dû wî, Enqere nîşan dida ango hemû şopan MÎT dida nîşandan.

RÊVEBERÊN MÎTÊ YÊN DI BELGEYAN DE

Dema ku plana reva ji girtîgehê dikir jî di şîfreya wî de MÎT hebû. Di dema lêpirsînê de gelek agahî derketin holê. Di belgeyekê de ya ku di 14’ê Çileya 2014’an de ketibû destê çapemeniyê, dihat dîtin ku fermana înfazkirinê ji aliyê çar rêveberên payebilind ên MÎT’ê hatiye dayîn. Îstîxbarata Tirkan diyar kir ku ev belge ne rast e. Lê vê belgeya bi îmze kete dosyeya lêpirsînê ya li Parîsê û delîl hate qebûlkirin.

Di belgeya bi dîroka 18’ê Mijdara 2012’an de îmzeya rayedarên MÎT’ê Yuret, Û.K. Ayik, S. Asal û ya H. Ozcan hebû. Di vê belgeyê de dihat diyarkirin ku ji bo lêçûnên qatil Omer Guney 6 hezar eûro hatiye şandin û ji bo sûîkasta li dijî Sakîne Cansiz talîmat hatiye dayîn.

Di belgeyê de ev tişt hatibû diyarkirin: “Ev kes, ji bo ku hevdîtinê bi me re bike dema cara dawîn hatiye welat, ji bo li dijî endamên rêxistinê yên li Ewrûpayê di çarçoveya êrîş/sabotaj/sûîkastê de karibe amadekariyan bike û kariba ekîpmanan temîn bike, ji aliyê me ve hatiye talîmatkirin ku di têkiliyên bi me re de divê gelekî haydar be û ji bo lêçûnên wî 6.000 eûro jê re hatiye şandin.”

Di qeydeke deng de ya ku wê demê dîsa derketibû holê, Omer Guney bi endamên MÎT’ê yên ku nasnameya wan nediyar planên cînayetê dikir. Dîrok jî 12’ê Çileya 2014’an bû. Di vê qeydê de dengê ku hatiye tespîtkirin ê Omer Guney e qala sûîkastên li dijî rêveberên Kurd dikir. Hatibû tespîtkirin ku herdu dengên din ên endamên MÎT’ê ne.

“Hevdîtina dawîn” a ku planên sûîkastê lê dihat kirin, di serê meha Cotmehê de bû, dema ku Omer Guney hatibû Tirkiyeyê. Guney piştî ku ketibû nav komeleyên Kurd li Stenbol û Enqereyê gelek serdanên nepen bi cih anîbû. Di îddîanameya dozê de ev serdan tevî roj û saetan derketibû holê.

MIRINA BI GUMAN

Sakîne Cansiz di serî de bersûc gelek nûnerên Kurd kiribû hedefa xwe. Serdema ku Omer Guney planên reva ji girtîgehê dikir, belge û qeyda deng derketibû holê. Bersûc bi rêya hevkarên xwe yên sûc dixwest çekê temîn bike û ji Nexweşxaneya Salpêtrîêrêyê ya Parîsê bireve.

Dema nûçeya mirina wî hat jî di heman nexweşaneyê de bû. Nûçeya mirina wî di 17’ê Çileya 2016’an de hat. Dihat payîn ku di heman mehê de doz were destpêkirin lê ji ber sedemeke nediyar taloqî 23’ê Çileyê hate kirin.

Vê jî rê li ber gelek pirsan vekir. Gelo Guney mir an jî hate kuştin? An jî mirineke bi rêkûpêk bû, yan jî li demê hatibû belavkirin.?

Piştî mirina wî têkildarî doz û qetlîamê pêşveçûnên nû hate jiyîn. Hewldanên parêzerên her sê şoreşgeran domiya. Li gorî nûçeyekê ya ku di 27’ê Nîsana 2017’an de hat, Serdozgeriya Antî-Terorê lêpirsîneke nû daye destpêkirin.

PLANSAZÊN QETLÎAMÊ LI HEVDÎTINÊN OSLO Û ÎMRALIYÊ NE

Piştre îddîa hate kirin ku qetlîam di dema hevdîtinên Oslo û Îmraliyê de planên wan hatine kirin û ji aliyê kesên di heyeta hevdîtinan de ne, plansaziya wê hatiye kirin.

Di pirtûka Amed Dîcle ya bi navê “2005-2015 Hevdîtinên Tirkiye-PKK’ê: Operasyona ‘pêvajoya çareseriyê’ ya çareseriya ji bo doza Kurdan” de hate diyarkirin ku talîmata înfazê di dema hevdîtinên Osloyê de hatiye dayîn. Di pirtûkê de bal tê kişandin ser vî tiştî ku, di qeyda deng a di Çileya 2014’an de derketibû holê xebatkarên MÎT’ê yên diçin Osloyê di heyeta dewletê de cih digirin a ku bi PKK’ê rûdine. Navê di pirtûkê de Ozan e. Nasnameya wî ya rastîn nehate tespîtkirin. Lê tê diyarkirin ku ev kes ji hevdîtina pêşîn a di 5’ê Tîrmeha 2008’an heta ya 5’ê Tîrmeha 2011’an di hemû hevdîtinan de amade dibe. Li gorî Dîcle kesên di hevdîtinên Osloyê de ne, yek ji wan endamê MÎT’ê yê bi navê Ozan e. Tê diyarkirin ku ev kes di hevdîtinên Osloyê de li ba musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan e.

SEBAHATTÎN ASAL KÎ YE YÊ KU KCK’Ê EW DEŞÎFRE KIRIYE?

Agahiyên piştî bi mehan derdikeve holê, yên beriya xwe piştrast dike. Di salvegera 5’emîn a qetlîamê de, di 3’ê Çileyê de Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî qetlîamê daxuyaniyek da.

KCK’ê dema agahiyên têkildarî rêveberên payebilind ên MÎT’ê par ve kir ên ku di Tebaxa 2017’an de ew girtibûn, navê amadekarê qetlîama Parîsê jî da. Ev kes Sebahattîn Asal e. Li gorî daxuyaniya KCK’ê ev kes tevî Mûhammed Dervîşoglû di heyeta dewletê ya hevdîtinên Îmraliyê de ye. Asal rêveberekî MÎT’ê ye. Di belgeya 18’ê Mijdara 2012’an de îmzeya wî heye, ya ku di Çileya 2014’an de derketibû holê. Vî navê ku KCK’ê ew deşîfre kiriye di hevdîtinên Îmraliyê de cih digire. Ev tişt jî diyar dike ku rola dewleta Tirk a di qetlîamê de kûrtir e. Bi van agahiyan re di dosyeya qetlîama Parîsê de serdemeke nû tê destpêkirin.