Rêveberên Dêrê piştgirî dan çalakgerên greva birçîbûnê

Li bajarê Borange yê Swêdê, rêveberên dêrê piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe didin.

Nûnerên dêrê diyar kirin, ew bi gelê Kurd re ne yê ku li dijî êrîş û zexta dewleta Tirk li ber xwe dide.

Rêveberên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Borangeyê, ji bo balê bikişînin ser çalakgerên di greva birçîbûnê de ne û piştgiriyê ji raya giştî werbigirin, 2 meh in hewl didin.

Kurdistaniyên ku di vê çarçoveyê de beriya niha serdana partiyên siyasî û saziyên çapemeniyê kirin, doh jî bi rêveberên dêrê re rûniştin. Kurdistaniyan li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê agahî dan û dosyayek li ser mijarê radestî rayedaran kirin.

Rêveberên dêrê jî diyar kirin ku ew piştgiriyê diidn gelê Kurd û di ayîna dawiya hefteyê de wê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê dua bikin. Afîşa ji wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê li textê îlanê yê dêrê ve hate daliqandin.