Rêveberên DEM Partiya Enqerê serdana Emîne Şenyaşarê kir

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê ya li ber Wezareta Dadê, di roja 72'yan dewam kir. Rêveberên DEM Partiya Enqereyê serdana Nobeta Edaletê kirin.

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 72’yan de dewam kir.

Endamên Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê, rêveberên DEM Partiya Enqereyê û Sevînç Çakar a ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an cezayê muebedê li kurê wê hat birîn, serdana Nobeda Edaletê kirin.

Malbata Şenyaşarê piştî fitariyê derbasî meclîsê bû.