Rêveberê KON-KURD’ê hate binçavkirin

Rêveberê KON-KURD’ê hate binçavkirin

Alîkarê Serokê KON-KURD’ê û Endamê KNK’ê Yilmaz Orkan li ser daxwaza dewleta Spanî li Belçikayê hate binçavkirin. KON-KURD’ê bertek nîşanî bûyerê de bang li hikumetên Ewropayê kir ku, dawî li pêkûtî û êrîşên li ser saziyên Kurd û siyasetmedaran bîne, her wiha daxwaz kir ku, niha Orkan serbest berdin.

Alîkarê Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurd yên li Ewropayê (KON-KURD) û di heman demê de Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) siyasetmedarê Kurd Yilmaz Orkan, dema ku xwest ji bo tevlî Foruma Civakî ya Cîhanê bibe biçe Tûnisê li Balefirgeha Zaventen ya li paytextê Belçika Brukselê hate binaçvkirin. Orkanê li girtîgeha Brukselê tê girtin, hate aşkera kirin ku, li ser fermana Dadgeha Netewî ya Spanî ku di qada navnetewî de biryara girtina wî derxistiye, girtine. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Spanyayê ve hatî aşkera kirin, Orkan di çarçoveya operasyona binavê “Kapadokya” ya ku di meha Sibatê de li Spanyayê 6- li Fransayê 17 Kurd hatibûn binçavkirin de ye.

KON-KURD: DEMILDEST PÊWÎSTE SERBEST BÊ BERDAN

KON-KURD’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û bertekek hişk nîşanî bûyerê da. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku, demildest Alîkarê Serok Yilmaz Orkan pêwîste serbest were berdan. KON-KURD di daxuyaniya dayî de ragihand ku, hikumetên Ewropayê bi qedexekirin û girtina saziyên Kurdan bi girtinû propoganda reş ya li hember rêveberî û endamên wan hewil dide krîmînalîze bike, biçûk bixwe. Ev jî berdewama vê konsepta qirêje. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku, hikumetên Ewropayê heya niha ji bo ronîkirina komkujiya li Parîsê û derxistin kujeran tiştek nekiriye, tam berevajiyê wê di demên komkujiyê de bi dehan siyasetmedarên Kurd binçavkiriye û gittiye. KON-KURD’ê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku, Yilmaz Orkanê ku li ser daxwaza hikumeta Spanî li Belçikayê hatî binçavkirin, weke aktivîstê û dîplomatê Kurd bi salane li Parlementoya Ewropa û Konseya Ewropa di serî de yên li Bruksel û Strasbourgê de di platforên cûda yên navnetewî de aktîv kar kiriye. KON KURD’ê da diyarkirin ku, Yilmaz Orkan di vê çarçeveyê de ji bo tevlî Forma Civakî ya Cîhanê ku dê ji 127 welatan 30 hezar rêxistin û girêdan tevlî dibin ya di navbera dîrokên 26-30’ê Adarê li Tûnisê pêktê biba, li balefirgehê hate binçavkirin. Hate ragihandin ku, ev biçavkirina ku rastî di rojên ku li Rojhilata Navîn û taybet jî li Tirkiyeyê di çareserkirina pirsgirêka Kurd de pêşketinên dîrokî çêdibin hat balkêşe û mirovan difikirîne.

JI BO GELÊ KURD Û DOSTÊN WÊ BANG

KON-KURD’a ku ji hikumetên Spanya û Belçikayê xwest demildest Yilmaz Orkan serbest ber, bang li hikumetên Ewropa kir ku, êdî dawî li van pêkanînên  bivî awayî bînin û ji bo pirsgirêka Kurd bi awayek aştiyane çareser bibe piştgiriyê bidin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku, weke 12 federasyon û 165 komeleyên Kurd bang li gelê Kurd û dostên wan yên li Ewropayê jiyan dikin kir ku, li hemberî vê hîstiyar û di nava  hewildanan de bin.