Rejîma Îranê rê neda Sûnî nimêja cejnê bikin

Rejîma Îranê rê neda Sûnî nimêja cejnê bikin

Li gel berdewamiya tundiya rejîma Îranê li ser civakê, di roja cejnê de li Tehranê Hêzên Parastinê yên rejîmê rê nedan Sûniyan ku nimêja cejnê bikin.

Li gorî rapora Çalakvanên Mafên Mirovan li Îranê, rejîmê rê neda Sûniyan ku li mizgeftekê yan jî cihekî bi komî nimêja cejnê bikin.  Hewldanên Sûniyên ku xwestin bi komî nimêja cejnê bikin rastî astengiyên hêzên rejîmê hat û destûr ji wan re nehat dayîn ku nimêja cejnê bikin.

Di raporê de her wiha tê ragihandin ku li bajarê Tehranê zêdeyî mîlyonek Sûnî hene, lê tevî vê yekê jî mafê mizgefteke taybet ji bo wan nehatiye dayîn.

Her çendî ku Sûniyan xastin li malek ya teybet ku hatibû amadekirin bi şêweyekî giştî nimêja cejnê bikin, lê ev ji aliyê hêzên rejîmê ve hate asteng kirin û rê ne hat dayîn.