Rejîma Îranê li Sîneyê noqteyên kontrolê zêde dike
Rejîma Îranê li Sîneyê noqteyên kontrolê zêde dike
Rejîma Îranê li Sîneyê noqteyên kontrolê zêde dike
Rijêma Îranê bi her awayî hewl dide hemû bajar û gundên Rojhilatê Kurdistanê asîmîle bike û zilm û zextê zêde dike. Hêzên rejîma Îranê li nêzîkê bajarê Sine noqteyên kontirolê zêde dike û bêrêziyê li gelê herêmê dikin.
Çavkaniyên herêmê ragihan din ku, rijêma Îranê li herêma Selwat Awa ya girêdayî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, noqteyên kontirolê zêde dike. Gelê herêmê bi zorî ji wesayîtên wan derdixin, bi telefon û laptopên wan dilîzin û vedikin. Hat diyar kirin ku dema welatiya li dij derket, hatiye binçavkirin.
Li gorî heman çavkaniyê, ne tenê bêrêziyê bi gel dikin, di heman demê de ciwanan ji bo şandina leşkerî digirin.