Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hemû antenên çanaxê berhev kir

Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê hemû antenên çanaxê berhev kir

Îranê di rojên dawî de li herêma Kurdsitanê (Rojhilat) ji bo ku kanalên kurdî neyên temaşekirin zextên xwe zêde kir.

Di rojên borî de hemû çanax berhevkirin û bi tanqan pelçiqnadin û niha jî li heramê kurdan sînyalên radyoyê yên parazît bikartîne. Sînyali bi taybet li cihên ku di sînorên başûr û Bakurê Kurdistanê zêdetir tên hîskirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li navçeya Şîno ya Urmiyê kanalên kurdî bi giştî hatine girtin. Hewldana rejîma Îranê ya girtina kanalên kurdî, tê gotin eleqeya zarokên kurdî ya li dijî çanda wan zêde dibe.

Li Îranê ligel ku antenên çanaxê qedexene bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê pir zêde tê bikaranîn. Şêniyên Rojavayê Kurdistanê ji bo kanalên kurdî temaşe bikin ji welatên din bi kaçaxî dîtin û bikartînin.  Rejîm jî ji bo pêşî li vê bigire dem bi dem bi ser malan de digire û çanaxan berhev dike.