Rejima Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li 3 Kurdan birî
Rejima Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li 3 Kurdan birî
Rejima Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li 3 Kurdan birî
Dadgeha Bajarê Saqizê, 9 sal cezayê girtîgehê li 3 hemwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Saqizê birî.
Li gorî malpera Kurdpa li bajarê Saqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Dadgeha Îniqilaba Bajarê Saqizê ve 3 hemwelatiyên Kurd yên xelkê bajarê Saqizê bi hinceta ku alîkarî dane yek ji partiyên opozîsyona Hikûmeta Îslamî ya Îranê bi 9 salan cezayê girtîgehê hatin mehkûm kirin
Hate ragihandin ku, Kamil Şerîf Zade bi 3 salan, Xerîb Şerîfzadê bi 2 salan û Irfan Mecîdî bi 4 salan hatine mehkûm kirin.
Ev her sê hemwelatiyên Kurd di heyva Tebaxê de ji aliyê hêzên ewlehiya bajarê Saqizê ve hatibûn girtin.