Rejîma Enqerê li xeta sînor fermana ‘seferberiyê’ da
Rejîma Tirk a ragihand ku wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê bike, ji bo navçe û bajarên li ser xeta sînor ‘fermana seferberiyê’ da.
Rejîma Tirk a ragihand ku wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên dagirkeriyê bike, ji bo navçe û bajarên li ser xeta sînor ‘fermana seferberiyê’ da.
Piştî Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku wê li dijî Kurdan dest bi operasyoneke nû ya dagirkeriy da û şûnde, Wezareta Karê Hundir ji bo herêmên ser sînor ‘fermana seferberiyê’ şand.
Fermana bi sernavê ‘Di Çarçoveya Tevgera Derveyî Sînor de Tedbîrên bên Girtin’ bi taybet ji bo baskên jendermeyan, midûryetên emniyetan, midûryetên AFAD, odeyên koçberiyê ya bajar, baskên rê, Şaxên Sor a Tirk, şaredarî û qeymeqamên navçeya Riha û Mêrdînê re şandin. Ev ferman di çarçoveya amadekariyên dagirkeriyê de hate nirxandin.