Rejîma Îranê ji bo çalakgeran li girtîgehan cih vedike
Çalakiyên gel yên li Rojhilat û Îranê didomin, li aliyê din hate ragihand ku beşek ji çalakgerên ku hatin binçavkirin şandine Girtîgeha Recayîşar a li Kerecê û Girtîgeha Evîn a li Tehranê.
Çalakiyên gel yên li Rojhilat û Îranê didomin, li aliyê din hate ragihand ku beşek ji çalakgerên ku hatin binçavkirin şandine Girtîgeha Recayîşar a li Kerecê û Girtîgeha Evîn a li Tehranê.
Li Rojhilat û Îranê çalakiyên gel yên li dijî hejarî û polîtîkayên zextê yên rejîmê didomin, hate ragihandin ku hin ji kesên ku hatin binçavkirin şandine Girtîgeha Recayîşar a li Kerec û Girtîgeha Evîn a li Tehranê.
Li gorî Tora Mafê Mirovan a Îranê zêdetirî 100 çalakgerên ku di nava çend rojan de hatin binçavkirin, şandine girtîgehên Recayîşar a li Kerecê û girtîgeha Evîn a li Tehranê.
Di nûçeyê de tê ragihandin ku Midûrê Girtîgeha Evîn ji bo girtiyên nû di girtîgehê de fermana betalkirina cihên nû daye. Li Recayîşar jî hêwanek ji bo girtiyên nû hatiye valakirin. Diyar bû ku kapasîteya her du cihan 350 kes e.