Rejîma Îranê kolberekî Kurd birîndar kir
Hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberekî Kurd birîndar kirin.
Hêzên çekdar ên rejîma Îranê, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê kolberekî Kurd birîndar kirin.
Hêzên rejîma Îranê li gundê Zerdî yê ser bi bajarê Serdeştê (parêzgeha Urmiyê) ku li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye gule li kolberên Kurd reşandin.
Li gorî nûçeya RojNewsê, di encama êrîşê de kolberê bi navê Luqman Ehmed Zade (37) yê ji gundê Şimûleya Serdeştê birîndar bû.
Zadeyî niha li nexweşxaneya bajarê Serdeştê tê dermankirin.