Rêbertiya Jinê ya MLKP/KKO: Em xwedî li Rojava derkevin!
Rêbertiya Jinê ya MLKP/KKO’ê banga xwedîderketinê li Rojava kir û got, “Rejîma faşîst a mêtinger, kîjan gefî dixwe bila bixwe Şoreşa Rojava wê bin nekeve.”
Rêbertiya Jinê ya MLKP/KKO’ê banga xwedîderketinê li Rojava kir û got, “Rejîma faşîst a mêtinger, kîjan gefî dixwe bila bixwe Şoreşa Rojava wê bin nekeve.”
Rêbertiya Jinê ya MLKP/KKO’ê, li ser êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ya li dijî Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku “Şoreşa Rojava, destketiya hemû jinên cîhanê ye” û ev tişt hate gotin, “Mêtingeriya faşîst a bi serkêşiya Erdogan, îro ji bo tinekirina Şoreşa Rojava û têk birina rêveberiya xweser, hemû hêz û kapasîteya xwe ji nû ve seferber kiriye.”
Rêbertiya Jinê ya MLKP/KKO’ê got, “Rejîma faşîst a mêtinger kîjan gefî dixwe bila bixwe, Şoreşa Rojava wê bin nekeve. Şoreşa Rojava wê careke din mêtingerî, dagirkerî, desthilatdariya mêr, siyaseta înkarkirina wê û zordestiya faşîst têk bibe.
Em ê şoreşa Rojava biparêzin, mêtingerî û faşîzmê, hevkarên wê yên îslamî ya nîjadperest têk bibin.
Em bang li hemû jinên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û hemû jinên cîhanê yên azadî û têkoşîna wekhevî û edaletê dimeşînin dikin ku hevgirtina xwe ya bi Şoreşa Rojava re mezin bikin!"