Rayedarên ÎHH’ê bi Demîrtaş re hevdîtin kirin

Rayedarên ÎHH’ê bi Demîrtaş re hevdîtin kirin

Rayedarên Weqfa Alîkariya Mirovahî (ÎHH), der barê îdiayên ku hat gotin piştgirî dane çeteyên êrîş li hemberî kurdan pêk anîne , bi hevserokê giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Demîrtaş diyar kir ku her kes dema faliyet û daxuyaniyek didin divê xesasiyeta Rojava û Sûriyeyê li ber çavan bigire û bi baldarî tevbigere.

 Rayedarên ÎHH’ê bi hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk anîn. Serokê giştî yê ÎHH’ê  Bulent Yildirim û kesên ligel wî di hevdîtina pêk anîn de diyar kirin ku ji ber şaş fêmkirin û dezenformasyonan ketine rewşeke neheq û îdia kirin ku ew bûne hedef. Rayedarên ÎHH’ê di hevdîtinê de got pir baş dizanin ku gelê kurd bi sedsalen rastî zilm û komkujiyan tên û gotin ew li dijî mafê kurdan rêzdarin. Her wiha dan zanîn ku tu eleqeya wan bi komên çekdar nîne û gotin ne mijara gotinê ye ku ew piştgiriyê bidin komên çekdar, tu rastiya van îdiayan nîne. Yildirim da zanîn ku di vê mijarê de ji bo sererastkirina agahiyên şaş ji dialogê re vekirîne.

Demîrtaş jî da zanîn ku geşedanên tên jiyîn yên dîrokîne û got: “Divê her kes li van lîstikên li herêmê tê lîstin baldar be.  Ev êrîşa li dijî gelê ku parastina xwe ya rewa dike, divê ji aliyê tu kesî ve rewa neyê dîtin.”

Demîrtaş anî ziman ku her kes dema daxuyanî û faliyetan dimeşîne divê xesasiyeta gelê Rojava û Sûriyeyê li ber çavan bigire û got: “Ger şaşiyek hebe ev jî bi diyalog û pratîka rast dê ji holê bê rakriin. Em wek BDP dikarin di vê mijarê de bibin alîkar.”