Raya giştî ya Fransa ji bo Ocalan bang li CPT kir: Karê xwe bike!

Ji bo grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên, di asta navneteweyî de piştgirî tê dayin.

Gelek welatiyên Fransayê, ji bo dengê çalakgerên greva birçîbûnê bidin bihîstin, axivîn. Dîmen li ser medya civakî hate weşandin. Welatiyan hem piştgirî dan berxwedêrên greva birçîbûnê hem jî bang li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) kirin ku bi erka xwe rabe.

Di çarçoveya kampanya Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê, spot hatin amadekirin û spotan de peyamên girîng hatin dayin.

Qisekeran bal kişandin ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven, greva li Strasboûrgê û gotin, "Tecrîdkirina girtieykî, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tirkiye li dijî mirovahiyê sûc dike."

Çend ji peyamên hatin dayin wiha ne:

- Tecrîdkirina girtiyekî bi rengekî bêdawî, êşkence ye.

- Tecrîd nîşaneya faşîzm û zilma dewletê ye.

- Rejîma Tirk a faşîst girtiyan tecrîd dike.

- Girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.

- Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 sal in tecrîdkirî ye. 3 sal in agahî jê nayê girtin.

- Divê Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bikeve nava liv û tevgerê.

- CPT karê xwe bike, pêşî li êşkenceyê bigire, li cem êşkencekaran cih negire.

- CPT wezîfeya xwe bike, faşîzmê têk bibe, mirovahiyê bide jiyîn.