Rastemalê berbiçav ê Erdogan bû 10 milyon lîre

Îsal ristemalê berbiçav ê Erdogan bû 10 milyon lîre.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan dema hilbijartina 24’ê Hezîranê berovajî namzetên dî yên serokkomariyê ristemalê xwe negotibû. Piştî ku encamên hilbijartinê diyar bûn ristemalê Erdogan di Rojnameya  Fermî de hate weşandin.

Erdogan 2014’an ristemalê xwe eşkere kiribû, wê demê 5 milyon lîre bû û îsal bû 10 milyon lîre.

Nayê zanîn bê ka Erdogan ê ku bi ‘gustilekê’ dest bi ‘siyaset’ê kirî çawa bûye xwediyê 10 milyon lîre!