Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE banga sekinandina êrîşan li Tirkiyeyê kirin

Raporên Tirkiyeyê yên MPKE diyar kirin, ku şerê li Kurdistanê gihaştiye radeyeke ku nema dikare bê qebûlkirin û banga "agirbesta dualî û vegera li hevdîtinên aştiyê" li aliyan kirin.

Raporên Tirkiyeyê yên MPKE diyar kirin, ku şerê li Kurdistanê gihaştiye radeyeke ku nema dikare bê qebûlkirin û banga "agirbesta dualî û vegera li hevdîtinên aştiyê" li aliyan kirin.

Di banga Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) a bi îmzeya endama Norwêcî Ingebjørg Godskesen û endama Sirbîstanî  Nataša Vuckovic de hat gotin, "Weke Raportorên Tirkiyeyê yên MPKE em bang li aliyan dikin ku xwe ji şîdetê vegerin, agirbesteke dualî îlan bikin û ji nû ve li hevdîtinên aştiyê ku pêwîstiyeke mezin pê heye, vegerin.

Di daxuyaniya nivîskî de banga 'agirbestê' li dewleta TC û PKK'ê hat kirin û hat gotin, "Vî şerî rê li ber mirina gelek mirovan vekiriye û ev 6 meh in operasyon û şer dewam dikin. Qedexeya derketina derve êdî bûye rewşeke ji rêzê. Mîna li Sûr (Amed), Cizîr û Silopiyayê (Şirnex), ev 6 hefte ne bênavber derketina derve qedexe ye."

Di bangawaziyê de hat ragihandin ku li van navçeyan pêdiviyên bingehîn ên mirovan ên weke av, elektrîk û derman nayên tedarikkirin û bi hezarna mirovan ji neçarî malên xwe terikandine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku şîdet gihaştiye asteke ku êdî nema karibe bê qebûlkirin û hat gotin, "Em tînin bîra rayedarên hikûmet û dewletê, ku di operasyonên leşkerî de li gorî peymanên navneteweyî û mafên mirovan, nêzî mirovên li herêmê bibin."

Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, ku AKP, CHP û 2 parlamenterên HDP'yî jî endamên wê ne, wê di navbera 25-29'ê Çileyê de li Strasboûrgê li hev bicive.