Raportora Parlementoya Ewrûpayê Pîrî: Endamtiya Tirkiyeyê bû xeyal!

Raportora Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewrûpayê got ku divê di 5 salên pêşiya me de Enqere dev ji xeyalên muzakereyên endamtiyê yên Yekîtiya Ewrûpayê berde.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlementoya Ewrûpayê Katî Pîrî ji beşa Tirkî ya DW’yê re diyar kir ku modela endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo Tirkiyeyê êdî ne opsiyenek e û diyar kir ji bo ku muzakereyên endamtiyê yên bi Enqereyê werin sekinandin, ew ê bang bikin.

‘HILBIJARTIN NE BI EDALET BÛ’

Pîrî diyar kir ku kampanyaya hilbijartinê ne bi edalet bû û got, “Rêveberiya nû ya seroktiyê tê wateya ku ew ê gelek hêz were bidestxistin. Erdogan demokratê herî baş ê cîhanê be jî divê newekheviya hêzan ji bo her siyasetmedarî hebe. Lê di pergala nû de, ev tişt tune.”

Pîrî got ku, “Parlementoya Ewrûpayê diyar kiribû ku heke guherîna makezagonê ya ku hatibû kirin bi wî awayî têkeve meriyetê, ew ê banga sekinandina muzakereyan bikin. Em hatine wê astê. Helwesta Parlementoya Ewrûpayê nehatiye guhertin. Mixabin dewleta Tirk tu guherîn pêk neanî. Divê heta 5 salan ew xeyalên xwe yên endamtiyê ji bîr bikin. Di rapora îsal a Tirkiyeyê de em ê bang bikin ku bila muzakereyên bi Tirkiyeyê re werin sekinandin.”

Pîrî axaftina xwe wisa domand, “Ji bo endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê divê demokrasiyeke lîberal hebe. Lê heke mirov li Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê dinihêre, tê dîtin ku welat bi biryarnameyan bi rê ve dibin. Nabe ku di destê kesekî tenê de, ev qas hêz hebe.”

Pîrî diyar kir ku modela endamtiyê ji bo Tirkiyeyê êdî ne opsiyonek e û divê gelên Tirkiyeyê neyên îzolekirin. Pîrî bal kişand ser vî tiştî ku, Tirkiye 2 sal in guh nade gotinên wan û ew ne bawer in ku bi carekê re her tişt biguhere.