Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan raporek amade kir. Rapora ku ji rewşa 6 mehên dawî pêk dihat, 27'ê Tîrmeha 2017'an hate eşkerekirin.
Di raporê de hat ragihandin, piştî hevdîtina dawî ya parêzeran ku 27'ê Tîrmeha 2011'an hate kirin, hemû daxwazên parêzeran ên ji bo serdanê nehatin qebûlkirin, di nava sala dawî de her rojên Çarşem û Pêncşemê serlêdan ji bo hevdîtinê hatin kirin, lê temamiya van serlêdanan ji aliyê 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve bi hinceta biryara bi hejmara 2016/56 a 21'ê Tîrmeha 2016'an hatin redkirin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku hemû serlêdanên beriya 15'ê Tîrmeha 2016'an, bi hincetên "rewşa nebaş a hewayê" û "xerabûna keştiyê" ku dûrî ji rastiyê ye, hatin redkirin.
Di dewama raporê de hat ragihandin, pêkanînên ne hiqûqî û kêfî yên li Girtîgeha Îmraliyê dewam dikin û hat gotin, "Di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2017'an de 56 caran parêzeran û 25 caran jî malbatê daxwaza serlêdanê kirin, lê belê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ti ji van serlêdanan qebûl nekir. Ev serlêdan her wiha ji bo muwekîlên me yên di nava sal û nîvekê de sewqî Girtîgeha Girava Îmraliyê hatin kirin jî hatin pêkanîn. Ji roja birine Îmraliyê û vir ve ne malbat ne jî parêzerên xwe dîtine."
SERLÊDANA HEYETA NAVNETEWEYÎ BÊ BERSIV MA
Li gorî raporê, ji bilî serlêdanên parêzeran û malbatan, heyeteke navneteweyî ya ji parlamenterên Parlamenta Ewropayê, sendîkavan, akademîsyen û aktîvîstên mafên mirovan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Edaletê dan, lê belê ev daxwaza wan a ji bo serdana 17-18-19'ê Sibatê, bê bersiv hat hiştin.
NIKARE MAFÊ XWE YÊ RAGIHANDINÊ BI KAR BÎNE
Di raporê de hat bibîrxistin, muwekîlê wan Abdullah Ocalan û parêzeran herî dawî 27'ê Tîrmeha 2011'an hev dîtine, piştî hevdîtina heyet HDP'ê ya 5'ê Nîsana 2015'an, di encama greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd de 11'ê Îlona 2016'an destûr hatiye dayin ku malbat wî bibîne û ji hingî ve ji Birêz Ocalan û her sê muwekîlên din ne bi name, tlegraf û faksê, ne jî bi awayekî tin bi ti awayî agahî nehatiye girtin.
Di raporê de hat ragihandin, ku Ocalan di hevdîtina malbatê ya 11'ê Îlonê de gotiye wî ji parêzerên xwe re nameyek nivîsandiye lê belê ev name ne gihîştiye ber destê wan û hat destnîşankirin, ku mafê axaftina bi rêy telefonê ku bi deh hezaran girtî û hikumxwarên li girtîgehên din sûdê jê werdigirin, ji wekîlên wan re ti carî nehatiye dayin.
HELWESTA KOMÎTEYA PÊŞÎGIRTINA LI ÊŞKENCEYÊ (CPT)
Di raporê de hat diyarkirin ku di nava vê tecrîdê de parêzeran her tim bi Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hevdîtin kirine û wiha hat gotin, "CPT herî dawî 28-29'ê Nîsana 2016'an serdana Girtîgeha Îmraliyê kir. Berevajî 6 serdanên beriya wê, rapora li ser tespît û pêşniyarên di vê serdanê de kirin, tevî ku 15 meh di ser re derbas bûne jî bi hinceta ku Tirkiyeyê erê nekiriye, neweşandiye. Bêdengiya CPT ya li pêşberî vê rewşa ku bi ti awayî agahî ji muwekîlê me nayê girtin, nayê fêhmkirin. Piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, ku xeteriyeke giran li ser ewlekariya jiyanê ya muwekîlên me yên li Girtîgeha Îmraliyê derket holê û agahî di vî warî de nayê girtin, CPT 29'ê Tebaxê-6'ê Îlona 2016'an û 10-23'ê Gulana 2017'an serdana Tirkiyeyê kir, lê belê neçû Girtîgeha Îmraliyê. Ev yek jî rê li ber fikaran vedike ku di mijara Îmraliyê de li ser bingehekê li hev kirine."
DOZÊN DIDOMIN Û HEWLDANÊN HIQÛQÎ
Di dewama raporê de hat gotin, "Ji bo rewakirina tecrîda li Îmraliyê, rayedarên dewlet û hikumetê car caran bi gotina 'Ocalan hikumxwarek e, dozên wî yên dewam dikin nîne, lewma nikare bi parêzeran re hevdîtinê bike' manîpulasyonê dikin. Li gorî mewzûata neteweyî û navneteweyî, hikumxwar jî be mafê parêzeran ê hevdîtina bi muwekîl re heye. Ev yek rastiyeke hiqûqî ye.
Wekî din gelek serlêdanên Birêz Ocalan ên li ser bêhiqûqiya lê hatiye kirin li ber destê dadgeriyê hene.
SERLÊDANÊN LI BER DESTÊ DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
Li gorî vê yekê, ji ber gelek binpêkirina mafên Birêz Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye dayin û hê jî dozên hatine vekirin bi encam nebûne. Sedemên van serlêdanan jî ev in:
1-Birêz Ocalan, ji roja ku bi komploya navneteweyî xistina Girtîgeha Girava Îmraliyê û heta roja îro, ti carî nekariye ji mafê tedawîkirinê û tenduristiyê yê li nexweşaxneyekê sûdê werbigire.
2-Tevî ku salek di ser serlêdana 27'ê Tîrmeha 2011'an re derbas bû, Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 5'ê Mijdara 2012'an de ji bo sererastkirina şert û mercên girtîgehê li gorî hiqûqê û afirandina mercên hevdîtinê, bersiveke erênî neda serlêdanê.
3-Ragihandina Rewşa Awarte ya 20'ê Tîrmeha 2016'an destpêkê li Girtîgeha Girava Îmraliyê hate bicihanîn û bi biryara 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê hewl hat dayin deriyê Îmraliyê bi temamî were girtin. Serlêdana ji bo rakirina vê biryarê, hate redkirin. Piştre 27'ê Cotmeha 2016'an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin.
4-Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdanên Birêz Ocalan ên 2003, 2004, 2006 û 2007'an kir dosyayek û 14'ê Adara 2014'an biryarek li ser van da. Ev biryar di 18'ê Adara 2014'an de eşkere kir. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hin xal qebûl kir, hin jî nenirxand. Dadgeha Destûra Bingehîn li ser vê biryarê hê biryara xwe ya têkildarî daxwaza tedbîrê nedaye.
5-Piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an ji aliyê gelek çavkaniyan ve hate ragihandin ku Girava Îmraliyê û muwekîl Birêz Ocalan di hedefa leşkerên darbekar de bû. Ev rewş bû sedem ku di nava raya giştî de ji ber ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan fikarên mafdar peyda bibin. Ji ber vê yekê serlêdana hevdîtineke lezgîn hate kirin, lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn ev daxwaza tedbîrê red kir. Dadgeha Destûra Bingehîn hê li ser esas redkirina vê daxwazê biryara xwe nedaye.
6-Azadiya agahîgirtinê, hurmeta li jiyana taybet û azadiya ramanê ya Birêz Ocalan, di heman demê de axaftina bi rêya telefonê ya bi parêzeran re jî digire nava xwe. Lê belê ji vî mafê xwe bêpar hatiye hiştin û ji ber vê yekê Îlona 2016'an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hate dayin.
7-Li gel girankirina şert û mercên Girtîgeha Girava Îmraliyê, gelek pirtûkên Birêz Ocalan jî hatin astengkirin. Serlêdana di vê der barê de 15'ê Sibata 2016'an li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin, hê dewam dike.
SERLÊDANÊN LI DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ (DMME) HATINE KIRIN
1-Sala 2008'an li hucreyê bi zorê Birêz Ocalan li erdê dirêj kirin û bi vî rengî gefa kuştinê lê hate xwarin. Ji ber ku ji dadgeriya herêmî encam derneket, sala 2010'an serî li DMME hate dayin. Hê biryar li ser vê serlêdanê nehatiye dayin.
2-Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku îro dikeve sala xwe ya heftan, di 27'ê Tîrmeha 2011'an de dest pê ki. Piştî sê mehan, ji ber ku encamek ji dadgeha herêmî derneket, Cotmeha 2011'an tevî Birêz Ocalan li ser navê 5 muwekîlan serlêdan hate kirin. DMME ev 7 sal in der barê vê dosyayê de tiştek nekiriye.
3-DMME hikum da ku di 99 darizandinên Ocalan ên li Tirkiyeyê de, mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Ji bo pêşî li ji nû ve darizandinê bê girtin jî xala 311. a CMK bi taybetî ji bo Ocalan sûdê jê wernegire hatiye guhertin. Ji ber ku serlêdanên ji bo ji nû ve darizandina Ocalan li dadgehên herêmî û Dadgeha Destûra Bingehîn encam bi dest neket, serî li DMME hate dayin û hê jî ev serlêdan dewam dike.
4-DMME di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an de ragihand ku cezayê girtina Birêz Ocalan heta bi hetayê li girtîgehê, li dijî qedexeya kiryarên nebaş û cezayê li derveyî mirovahiyê ye û Tirkiye mehkûm kir. Li Tirkiyeyê niha bi sedan hikumxwarên di sattuya muebeta girankirî de heye. Li gorî vê biryara DMME diviyabû hikumeta Tirkiyeyê ev ceza ji nû ve binirxanda û bi guhertinên qanûnî re li gorî biryarên DMME gavek bavêta, lê hê navêtiye. Der barê vê mijarê de parêzer li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ketin nava hewldanan û ev hewldan hê jî dewam dike."
Di rapora raporê de hat ragihandin, ku tecrûbeyên heta niha rû dane nîşan didin ku tevî polîtîkayên ewlekariyê yên der barê meseleya Kurd de, polîtîka û tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê jî tê girankirin.
Di raporê de bal hate kişandin ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştî çareseriyê û hat gotin, "Ji bo 'Sîstema Îmraliyê' ku ji aliyê hiqûqî ve ne ya qebûlkirinê ye ji holê were rakirin, em bang li raya giştî dikin ku bi berpirsyarî rabe û nerazîbûnên demokratîk nîşan bide."
RAPORA NÛ PÊŞKÊŞÎ CPT HATE KIRIN
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, rapora dawî jî 17'ê Mijdara 2017'an eşkere kir. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, dosyaya li ser tecrîdê amade kir ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkence, Kiryar an jî Cezakirina Rûmetşikandinê û Derveyî Mirovahiyê ya Ewropayê (CPT) re şand.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li ser serlêdanên ji 12'ê Tîrmehê heta 1'ê Mijdarê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatin kirin û bersivên 'redkirina serlêdanan', raporek amade kir. Parêzeran rapor pêşkêşî CPT kirin û destnîşan kirin ku li Îmraliyê mafên bingehîn ên hiqûqê tên binpêkirin.
'ÊŞKENCE MAYINDE BÛYE'
Di raporê de hat bibîrxistin, ku sedema agahînegirtina 14 mehan a ji Îmraliyê, biryara 1. Dadgeriya Înfaza Ceza ya Bûrsayê ye. Di raporê de hat destnîşankirin ku bandora ruhî û fîzîkî ya kiryarên li derveyî hiqûqê gihîştiye asteke ku nabe mirov ji nedîtî ve bên û hat gotin, "Emrê muwekîl û rewşa xwe ya tenduristiyê, bandora van kiryaran giran dikin û dike ku mirov nikaribin xwe lê rabigirin. Li gorî emr û rewşa tenduristiyê ya muwekîlan, diviyabû sîstemeke li gorî van şert û mercên taybet bihata destnîşankirin. Lê belê berevajî vê yekê bi mercên li derveyî hiqûqê, êşkenceya rêk û pêk mayinde bûye."
'CIHEKÎ EWLE DIVÊ'
Di raporê de hat ragihandin ku li ser jiyana Ocalan gelek agahiyên neyînî hatine weşandin û hat gotin, "Malbata ku di vî warî de kete nava tirs û fikaran û parêzeran serlêdana hevdîtinê kirin, lê belê mîna serlêdanên din hatin redkirin. Em di wê baweriyê de ne ku ev nûçeyên hatine belavkirin, ji bûyerên rojane yên li Rojhilata Navîn diqewimin cuda nîne. Ji ber vê yekê, divê Birêz Ocalan berevajî rewşa heta niha, li cihekî hê bi ewle were hiştin."
'NÊZÎKATIYA LI BIRÊZ OCALAN BINGEHA MIJARÊ YE'
Di dewama raporê de hat destnîşankirin ku bi salane pêşniyarên CPT tên binpêkirin û hat gotin, "Ligel vê rewşê, pratîka ku tê nîşandan, zehmet e ku mirov karibe jê re bêjin 'pratîkeke bi bandor a li dijî êşkenceyê ye'. Komîteya we di serdana Tirkiyeyê ya sala 2017'an de xwest di mijara mafên mirovan û demokrasiyê de 'portreya Tirkiyeyê' derxîne. Lê nehat fêhmkirin bê çima Girtîgeha Îmraliyê li derveyî serdana komîteya we hate hiştin. Bêyî ku Girtîgeha Îmraliyê û nêzîkatiya li Birêz Ocalan weke xala bingehîn a mijarê neyê dîtin, nepêkane ku portreya Tirkiyeyê ya li ser mafên mirovan û qedexeya êşkenceyê bê derxistin."
Parêzeran diyar kirin ku muwekîlên li derveyî Ocalan li Îmraliyê tên girtin, ji roja hatine sewqkirin û vir ve nekarîne bi malbat û parêzerên xwe re rûnên. Di raporê de, biryara 1. Dadgeha Înfaza Ceza ya Bûrsayê ya li ser qutkirina têkiliyên Ocalan bi cîhana derve re hate bibîrxistin û hat gotin, serlêdana di vî warî de li Dadgeha Destûra Bingehîn hate kirin, bê encam ma.
'DOSYA TENDURISTIYÊ NEHATE DAYIN'
Di dewama raporê de hat ragihandin ku wan dosya tenduristiyê ya Ocalan ji Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê xwestin, ku zanibin piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê Ocalan karîbûye ji derfetên tenduristiyê sûdê werbigirin yan na û hat gotin, "Lê belê, tevî ku ji sala 1999'an û vir ve tê xwestin li nexweşxaneyeke serbixwe bê dermankirin jî, ev daxwaz bi cih nehatiye anîn. Tevî vê yekê, dosya tenduristiyê ya Ocalan bi hinceta 'nepenîtiya jiyana taybet' ji parêzeran re nehatiye dayin."
Hat destnîşankirin ku 12'ê Nîsana 2017'an û 16'ê Cotmeha 2017'an daxwaza hevdîtinê li Wezareta Edaletê hate kirin, lê ev serlêdan bê bersiv ma.
JI CPT HATE XWESTIN KU BIKEVE NAVA HEMÛ HEWLDANAN
Di raporê de wiha hat gotin: "Li Sîstema Tecrîdê ya Îmraliyê, ku pîvanên bingehîn ên hiqûqê tên binpêkirin, ewlehiya girtiyan nîne. Bûyerên ku di dema dawî de qewimîn mînaka vê yekê ye. Malbat û em parêzer hê bêhtir ketine nava fikaran. Ti pîvan an jî peyman, şert û mercên bi vî rengî li ser muwekîlên me ferz nakin. Ne pêkan e ku rejîmeke kêfî ji aliyê komîteya we ya rêzdar ve bê qebûlkirin. Mirov li dijî êşkenceyê ji aliyê gelek mekanîzmayên berfireh ve tên parastin. Tê zanîn ku hin şert û merc dikevin çarçoveya sûcê li dijî mirovahiyê. Pêwîste pêkanînê bi vî rengî yên bandoreke tirsnak dikin, ji holê bên rakirin. Ev 417 roj in yekser an jî neyekser bi ti awayî em agahiyê ji Girava Îmraliyê nikarin bigirin. Li ser şert û mercên heyî yên muwekîlên me, ti agahî li ber destê me nîne. Li dijî rûdana encamên ku telafiya wan nepêkane, em ji komîteya we dixwazin ku bikeve nava hemû hewldanan."
Sibe: Sirri Sureyya Onder tecrîdê dinirxîne