Rapora Tundiyê ya 2013'an a Tirkiyeyê

Rapora Tundiyê ya 2013'an a Tirkiyeyê

Li Tirkiyeyê, di sala 2013'an de ku tundiya mêr kêm nebû, nêzî 200 jin hatin qetilkirin. 282 jin û zarokên keç rastî destavêtinê hatin.

Li gorî bîlançoya ANF ji nûçeyên medyayê berhev kir, îsal zilaman 179 jin qetil kirin û dest avêtin 274 jin û 8 zarokên keç. 206 jin jî birîndar kirin. Jin û zarokên keç ên rastî destdirejiyê hatin jî 166 e.

Li gorî daneyên di navbera 1'ê Çİle - 23'ê Kanûna 2013'an de di çapemeniyê de cih girtin;

Di meha Çileyê de mêran;

18 jin qetil kirin

Dest avêtin 120 jinan (Nêzî 100 ji wan di şeva sersalê de)

Li 20 jinan dan

Dest dirêjî 15 jinan kirin.

Di meha Sibatê de mêran;

13 jin qetil kirin

Dest avêtin 11 jinan

Li 20 jinan dan

Dest dirêjî 5 jinan kirin.

Di meha Adarê de mêran;

14 jin qetil kirin

Dest avêtin 13 jin û 2 zarokên keç

Dest dirêjî 28 jinan kirin

25 jin û zarokek keç birîndar kirin.

Di meha Nîsanê de mêran;

17 jin qetil kirin

Dest avêtin 16 jinan

14 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 8 jin û zarokeke keç kirin.

Di meha Gulanê de mêran;

13 jin qetil kirin

Dest avêtin 10 jinan

20 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 15 jinan kirin.

Di meha Hezîran de mêran;

15 jin qetil kirin

Dest avêtin 16 jinan

19 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 18 jinan kirin.

Di meha Tîrmehê de mêran;

9 jin qetil kirin

Dest avêtin 20 jinan û 2 zarokên keç

10 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 15 jin û 4 zarokên keç kirin.

Di meha Tebaxê de mêran;

24 jin û zarokeke keç qetil kirin

Dest avêtin 18 jin û 2 zarokên keç

19 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 5 jin û 2 zarokên keç kirin.

Di meha Îlonê de mêran;

24 jin qetil kirin

Dest avêtin 14 jinan

9 jin bi giranî birîndar kirin. 

Di meha Cotmehê de mêran;

22 jin qetil kirin

Dest avêtin 16 jinan

20 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 6 jin û 5 zarokên keç kirin

Di meha Mijdarê de mêran;

22 jin qetil kirin

Dest avêtin 12 jinan

25 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 27 jin û zarokeke keç kirin.

Di meha Kanûnê de mêran;

12 jin qetil kirin

Dest avêtin 8 jin û 2 zarokên keç

5 jin birîndar kirin

Dest dirêjî 8 jin û 3 zarokên keç kirin.